Bi tibba xwezayî mîrateya xwedawenda berdewam dikin

10:10

Newroz Dijwar/JINHA


HEWLER - Li navçeya Ravanduz a Hewlerê dayik û keçika wê bi tibba xwezayî mîrateya xwedawenda 22 salin berdewam dikin. Dayik û keçika wê bi rêbaza tibba xwezayî nexweşên xwe yên ji çar alî cîhanê derman dikin.

Dayik û keçika wê li gundê Ako ya girêdayî navçeya Ravanduz a Hewlêr a Herema Kurdîstan a Federal de dijîn bi tibba xwezayî ya ji xwedawenda mîrate maye 22 sale didomînin. Dayika Xatun Ahmed û keçika wê Peyman Xidir, nexweşiyên wek fitiq, şewat û êşên hûr tedawî dikin û dixwazin ku xwedî li mîrateya xwedawenda derbikevin ku hekîmên jin jî zêde bibe. Dayika Xatûn da zanîn ku heta niha gelek kesan hînî vê hunermendê kiriye û got: '' Tenê daxwazek min heye, ew jî domandina vê hunerê ye.''

'Ji min re digotin tu gunehan dike'

Xatûn diyar kir ku rêbaza tibba xwezayî ji bijîjkek Îranî hîn bûye, lê ji ber hişmendiya baviksalarî karê xwe nikare bi pêk bêne. Xatûn axaftina xwe wiha domand: '' Ez 22 sale vî karî dikim. Berê ez li Îranê dimam. Gelek seyda, feqî ji min re digotin tu gunehan dike, lê min wan guhdar nekir. Hin kes bi çavên dînîtî li min dinêrt. Min ji karê xwe hezdikir, ji ber vê min guh neda gotinan. Ev çand ji xwedawenda wek mîrateyek maye ji me re û divê were domandin. Ji ber vê jî hê ji biçûkatî de min keçika xwe hînî vê hunerê kir.''

'Ez vî karî bi dilxwazî dikim'

Xatûn diyar kir ku pîrtûka tibba xwezayî ya 80 bijijkên Îranî nivisandiye ji bo xwe wek çavkanî girtiye û wiha axivî: '' Min vê pirtûkê di salên 80'ê de send. Min buhayek zêde dabû vê pirtûkê û gelek kesan j imin re digot ' qey tu dînî.' Xatûn da zanîn ku gelek tiştî ji van pîrtûkan hîn bûye û axaftina xwe wiha domand: '' Min her tim pirtûkên tibba xwezayî dixwend. Nexweşiyên şewatê, êşên hûr, tedawiya şikandin û ji cîhderketinê, rêbazên tedawiya fizîkê, tevahî ez ji pirtûkan hîn bûm. Ji her deverê nexweş dihat ba min û hemû kes jî bi kêfxweşî vedigerî. Demek şunde êdî min vî karî bi dilxwazî pêk anî, lewre her tişt ne pere ye. Min ji bo tedawîyê ji tû kesî re buhayek negotiye, daxwaza min baş bûna mirovan e. Lê kesên ji bo tedawiyê dihatin jî her tim diyariyan dianîn.

'Giyayên tedawiyê ji Qendîlê top dikim'

Xatûn destnîşan kir ku dermanên çê dikin de madeyên kîmyevî bi kar naynin û tevahî bi rêbazên xwezayî amade dikin û got: '' Giyayên tedawiyê ji Qendîlê top dikim û piştre giyayan hişk dikim, wek tozê hûr dikim. Li gor nexweşiyan giya tevlîhev dikim û dikim derman. Lê êdî extiyar bûme û zû diwestim.'' Xatûn da zanîn ku karê xwe êdî dewrî keçika xwe kiriye û niha jinekî gerîlla jî hînî vê pîşeyî buye û ji giyayan dermana çêdike.

'Ji çar alî cihanê mirov tên'

Peyman Xidir diyar kir ku hê di 7 saliya xwe de dayika wê rêbazên tibba xwezayî hînî wê kiriye û 18 sale ew jî vî karî dike. Peyman da xuya kirin ku ji çar alî cîhanê mirov ji bo tedawiyê tê ba wan û got: '' Di serî de Başûrê Kurdîstanê, piştre Brîtanya, Elmanya, Îsveç, Tirkiye, Îran û ji deverên cuda ya em qet nizanin mirov tên.

'Jinên ku zarokên wan tune xwedî zarok bûn'

Peyman bi lêv kir ku mirovên tên ba wan bi wan bawer e û bi riya emeliyatê her nexweşî nayê tedawî kirin û wiha berdewam kir: '' Ji bo jinên ku zarokên wan çênabe, min derman çêkir û niha gelek jinê ku zarokên wan tune, xwedî zarok bûn. Her tim li me digerin û spasiyên xwe tînin ziman. Baweriya mirovan bi me tê lewre hin nexweşî hene bi emeliyata nayê tedawî kirin û em bi riya tedawiya fizikê derman dikin, encam jî tê girtin.'' Peyman di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku cudahî nakin navbera nexweşan û bi her kesî re di heman astê de eleqadar dibin.

(ch)