Li gundên komunan giyana neolotîkê tê afirandin
10:59
JINHA
COLEMÊRG - Jiyana komunal ya neolotîkê li gundên Geverê carek din dikeve meriyetê. Li gel komunên 11 gundan komunên jinan jî hatin vekirin. Jin di nava komunan de pirsgirêkên xwe çareser dikin û xwe bi rêxistin dikin.
Li gundên ser erdnîgariya Mezopotamyayê komuna neolotîkê ya ku kola xwe dispêre milyonan sal dikevin jiyanê. Li hember kapîtalîzma ku xwe li ser aboriya civakî pêş dixe û tenê xerckirinê ser mirovan ferz dike li 11 gundên navçeya Gevera Colemêrgê li ser pêdiviyên jiyana hevpar tê avakirin. Ji sala 2009'an heya niha xebatên komunan li heman gundan berdewam dike. Di komunên gundan de komusiyonên aborî, hiquq, perwerde û çandê hatine avakirin û hemû pirsgirêkên xwe bi hêza xwe çareser dikin. Di gundên lê komun hatine avakirin zewaca bi zorê nîne. Li hember şideta ser jinan jî jinên di nava komunan de birêxistin bûne xebatê dikin.
Di komunan de berhevkirina alîkariya ji bo Rojava
Ji xebatkarên komunan Nesrîn Diri qala xebatên xwe yên nava komunan û alîkariya ku ji bo Kobanê kom dikin kir û wiha got: "Em êrîşên ser Kobanê şermezar dikin. Em ji bo zarokan şîr kom dikin. Zarok birçîne, em jin mal bi mal geriyan me 200-300 kilo şîr berhev kir. Me ji bo Kobanê pere jî kom kir û rê kir. Di demsala zivistanê de me saet difirotin û pereyên wê jî me ji bo Kobanê şandin. Dema ku jin alîkariya me bike, em ê karên hîn baştir jî bikin."
'Jin pirsgirêkên xwe bi me re par dikin'
Nesrîn anî ziman ku berî ew komunên gundan avabikin nedikarî derkevin derve û wiha domand: "Piştî avakirina komunan jinên ku pirsgirêkên wan hene tên komunan û em jî ji bo wan dibin alîkar û em diçin malên hev du. Jin, pirsgirêkên ku tû carî negotine bi me re par dikin. Beriya komuna gundê Boluk bê avakirin jinan nedikarî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê jî bibin. Piştî avakirina komunan jin êdî bi xweser tevdigerin û dikarîn derkevin derve. Em dixwazin li hemû gundan jin dest bi avakirina komunan bikin."
Di komunên jinan de hişmendîkirin
Necla Hun ya ku di komîteya perwerdeya gundê Xurekan a girêdayî navçeya Geverê de di derbarê xebatên xwe yên perwerdê de wiha axivî: "Di gundê me de pirsgirêkên jinan ya wek tûndiyê, bi xwe nebawerbûn hene. Ji ber wê me dest bi xebatên perwerdê û hişmendiyê kir. Em difikirin bi jinan re bîstanên çîlekan û cihên ajalxweîdkirinê vekin. Dahatuyên ku ji vir bê girtin jî em ê pêdiviyên jinên gund bînin cîh. Jinên gund jî bi vî awayî wê azadiya xwe bidest bixin."
Çareseriya pirsgirêkên jinan di komunan de ne
Jiyan Ak ya ku di beşa perwerda komuna gundê Xurekan de cîh digire jî diyar kir ku wan di nava xebatên xwe de heya niha 300 dar çandine. Jiyan bi lêv kir ku jinên gund pirsgirêkan xwe îfadekirinê û deshilatiya baviksalarî dijîn û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Jin fedakarin, ramanên wan gelek bi hêz in. Ji ber vê jî divê zêdetir hevalên jin giringiyê bidin xebatên komunan."
(zt/ch)