Bi 11 zarokên xwe ve ji bo jiyanek nû li benda piştevaniyê ye

09:51

Zeynep Akın/JINHA

ÊLIH - Perîşan Kaygusuz ya bi 11 zarokên xwe yê temenê wan di navbera 3 û 18'an de diguhere, li malek xirabe de têkoşînê dide û daxwaziya piştevaniyê dike ku karibe jiyanek nû ava bike.

Li Êlihê li Taxa Huzur de di malek yek jûrî ya xirabe de 12 kes têkoşîna jiyanê dide. Di vî mala xirabe de Perişan Kaygusuz ya 43 salî bi 11 zarokên xwe yê temenê wan di navbera 3 û 18'an de diguhere, li hember xizaniyê têkoşîna jiyanê didin. Perîşan li ser jiyandinên xwe axivî û anî ziman ku piştî hevserê wê ya her tim tundiyê lê dikir terka malê kiriye derbasî vî mala xirabe û bi rutubet bûye. Perîşan da zanîn ku ji bo bixebite jî karek bidest nexistiye û ji ber vê ji dixwaze ku piştevanî were dayin. Perîşan ji bo pêwistiyên 9 zarokên xwe yên xwendekar pêşwazî bike û debara mala xwe bike paqijiya malan dike lê anî ziman ku ev têrî wan nake û dixwaze ku karek binîzam de bixebite.

'Berî 20 salan bi zorê hatim zewicandin'

Perîşan çîroka xwe ya jiyanê jî vegot û da zanin ku berî 20 salan bi zora malbatê hatiye zewicandin û her tim ji alî hevserê xwe ve rastî tundiyê hatiye. Perîşan destnîşan kir ku ji ber warestebûyina hevserê wî hemû danahevên xwe winde kirine û wiha berdewam kir: '' Li mala me tû kes naxebite , zarokên min dixwînin û ez jî carna diçim paqijiya malan dikim. Temenê zarokên min biçûke, dema ji min tiştek dixwazin û ez nikaribim vê pêk binimi digirîn. Ev rewş li ser min jî bandor dike û ez jî carna ji neçarî bi wan re digirîm.''

' Bawerim kesên dengê me bibihîsin hene'

Pêrîşan anî ziman ku zarokên wê carna ji birçîna nikarin razên û axaftina xwe wiha domand: '' Çend roj berê zaroka min digiriya, cîranê min fêm kir ku ji birçîna digirî û ji me re torbeyek meqerne, hin rûn û ava firingiyan anî. Niha ji bo xwarinê tene ev di mala min de heye. Ciranên min ji ber ku rewşa min dizanin carna alîkariya min dikin lê kêmasiyê me pir in. Kîlimek em li erde raxînin jî tûneye, ji ber ku dolaba me tune cilên me tevahî li erde ne, ez cilan di torbeyan de vedişêrim. Mala me pir kevn e û ji ber rutûbetê zarokên min nexweş dikeve. Her wiha kezik û dûpişk jî di malê de gelek in û ez ditirsim ku zirarê bide zarokên min. Ez bawerim ku kesên dengê me bibihîsin û alîkariya me bikin hene.''

(ch)