Jiyana Sînemxan mijara romanan e
10:05
Nûrcan Yalçin - Zeynep Akin / JINHA
ÊLIH- Sînemxan Adsan ya nêviya Abddurrahmanê Eliyê Ûnis a pêşengtiya berxwedana Sasonê kiribû û dayika du gerîllayên PKK'ê Ûmît û Gûlçîn Adsan e li ser jiyana xwe axivî û got: '' Min cilên keçika xwe ya tevlî PKK'ê bû bi destên xwe dirût.'' Sînemxan diyar kir ku hemû jiyana xwe daye ser jiyandina çanda Kurdan.
Serhildana Elîyê Ûnis ya ji berdewamiya Torosên Başûrê Rojhilat û li çiyayên Sason û Xerzanê de 7 salan lehengiyên mezin hatine kirin niha piştî zarokên wî ji alî nêviyan jî tê berdewam kirin. Yek ji wan jî nêviya Rindixan ya di berxwedana Sasonê de di eniyan de şer dikir û bûbû sembola jinan Sînemxan e. Sinemxan Adsan ya dayika du gerillayên PKK'ê Ûmît Adsan (Mahsum) û Gûlçîn Adsan (Evîndar Mahsum) e, bi sekna xwe ya berxwedêr xwedî jiyanek bibe mijara romana ye. Me jî jiyana Sînemxan ya nêviya Abddurrahmanê Eliyê Unis ê ku di serhildana Şêx Seîd de li Sasonê serî rakiribû ji wê guhdar kirin.
'Serhildan û sirgûna ku di sala 1926'an de dest pê kir'
Sînemxan salên sirgûnê ya malbata xwe wiha vegot: '' Serhildan pir zêde ber xwe nade û dewlet raperînê didewisîne. Malbata me jî dikin du perçe û kesên bi çek sirgûnî Dînarê dikin, ên bê çek jî dişînin Binxetê, alî Rojava. Li rê gelek kesan dikujin. Kalê min Abddurrahmanê Eliyê Unis jî sirgûnî Şamê dikin. Kalê min li Şamê, em jî li gundê Maşok ya girêdayî bajarê Qamişlo ye diman. Kalê min li Şamê Celadet Bedirxan nas dike û pir girîngî dide zimanê Kurdî. Piştî sirgûna li ser wî radibe ew jî tê gundê Maşokê. Dema ez têm dinê navê keçika Celadet Bedirxan navê Sînemxan li min dikin.
' Piştî 20 salan cardin sirgûn dest pê dike'
Sînemxan da zanîn ku li Rojava debara xwe bi cotkariyê dikirin û wiha axivî: '' Eşîra Bedirxaniyan ji ber ku her tim dihatin mala me em pir girêdayî zimanê Kurdî bûn. Min bi Erebî xwend lê malbata min pir girîngî didan zimanê Kurdî. Ji ber vê min di dibistanê de dersên Erebî bitîda jî xwendinên min Kurmancî bû. Piştî 20 salên me li Rojava derbas bû Ereb hatin li gundên me bi cîh bûn û êdî me nexwest em li wir bimînin. Em bi malbata xwe re ya tevahî 36 kes bûn, bi trênê ji Qamişlo derbasî Nisêbînê bûn. Ji wir jî em derbasî Gundê Nû ya girêdayî navçeya Hezo( Kozluk) ya Êlihê ye bûn. Ji ber ku ji malbata me hin kes li vir hebû me pir tengasî jiyan nekir. Piştî salek derbas bû bi pismamê xwe re zewicîm. Em 9 salan zewicandî man û 5 zarokên me çêbû lê ez dema ducaniya mehekî bûm wî wefat kir.
' Pêkutiyên li ser malbata me her tim hebûn'
Sînemxan destnîşan kir ku ji bo debara mala xwe bike dest bi xebatê kiriye û axaftina xwe wiha domand: '' Min ji bo debara zarokên xwe makîneyek dirûnê send lê dewlet bi hinceta ku ez makînê ji bo cilên gêrîlla bidrûm bi kar tînim, di serdegirtina malê de ji şikandibûn. Li ser malbata me her tim pêkutiyên mezin hebû. ''Sînemxan anî ziman ku zarokên wî ji ber ku ji gund heta navçeyê ji bo dibistanê diçûn mala xwe biriye Hezoyê û wiha berdewamkir: '' Piştî 5 salan min li Êlihê xaniyek biçûk kirê kir û ji Hezo derketim. Zarokên min dixwendin û ji ber ku tevgerê nas kiribûn pêkutiyên dewletê ya li ser me zêde bûbû. Zarokên min nasnameya xwe zanîbûn û li malê jî li dibistanê jî her tim Kurmancî diaxivîn. Bi wêrekbûna xwe pir zincîran jî şikandibûn.''
' Min cilên keçika xwe ya gerîlla bi destên xwe dirût '
Sînemxan diyar kir ku zarokên wê ji ber pêkutiyên dewletê tevlî PKK'ê bûne û wiha pê de çû: ''Zarokên min dema biryara tevlîbûnê dan ez li hember vê sekinim, min got ' gerilla divê li hember hemû zordariyan bisekine. Wê gavê ji berfê mal çêkirin û bi fîndekî razan. Li ser vê min anî ziman ku gerilla bi şev fîndê jî bi kar nayne û bi rojan tî û birçî dimînin. Li ser vê gotina min 3 rojan nan nexwaribûn. Di mehên zivistanê de xwe li ava sar dixist û tê de dima. Ji bo xwe îsbat bikin her tiştî ceribandibûn. Piştre jî tevlî refên gerilla bûn. Di nava zarokên min de yên herî parveker, wêrek û fedakar ew bûn. Tehamûla wan li hember zilmê, pêkutî û neheqiyan re tune bû. Di malbata me de jî kesên ku zilmê û pêkutiyan qebul nedikirin hemû tevlî PKK'ê bûn. Keçika min dema biryara xwe ya tevlîbûnê ji min re vegot, min 3 rojan jê mûsade xwest û cilên keçika xwe ya gerîlla bi destên xwe dirût û min wê oxir kir.
'Çanda ku ji Bedirxanan girtiye hê didomîne'
Sînemxan da xuya kirin ku çanda ji Bedirxanan girtiye hê wek rojên ewil didomîne û girîngiyek mezin dide zimanê Kurmancî . Sînemxan axaftina xwe wiha domand: '' Zarokên min ji bo min malekî hinek dûrî gund çêkirin û bi vî awayî piştî 27 salan ez cardim vegeriyam ser axa xwe. Ez bi tena serê xwe li vir dimînim û rojên xwe bi xwendina pirtûkên Kurdî derbas dikim. Em dema li Qamişlo bûn ji ber nêzîkbûyina me ya bi malbata Bedirxanan, malbata me jî xwedî li çanda xwe derdiketin. Ji bo min tenêbûn baştir e, lewre bi derd û kulen xwe re dimînim. Dema min a fikirandin û lê hûr bûnê pir dibe''
Sînemxan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi bedelên pir giran heta vê deme hatine û êdî daxwaza wan ew e ku bêwindehiyan rojên aşitiyê pêk were. Sînem wiha dawî da axaftina xwe: '' Ez her tim tînim ziman û ji bo ku em Kurd hatine vê dinê û xwedî derketina çand û zimanê xwe kirine pir dil xweş im. Me gelek zor û zehmetî kişand lê tu carî ji Kurdetiya xwe poşman nebûn.''
(ch)