Koçer dixwazin çanda xwe bidomînin

10:49

Nurcan Yalçın /JINHA

AMED - Bi hatina mehên gerim yên havînê re Koçer jî berê xwe dan çiya. Koçerên ku li Deşta Şenya yê konê xwe ya koçberiyê ji bo 4 mehan danîne anîn ziman ku daxweza wan jiyanek bê şer û domkirina çandê xwe ne.

Koçertî li Kurdistanê bi salane xwe weke çandek dide jiyîn. Koçerên ku di sala 1990'an de ji ber tundi û êrîşê dewleta tirk neçar mane berê xwe bidin zozana di salên dawî de cardin berê xwe didin çiya. Yek ji Zozanên ku koçer neçar man dev jê berbidin zozana Şênê ye. Zozana Şênê di navbera sê guşeya Amed, Çewlîk û Mûşê de cih digre. 40 gundiyên gundê Reşika ya navçeya Pasûra Amedê bi hatina mehê havînê yên gerim re, berê xwe didin zozanê Şênê û li wir bi cih dibin. Koçerên ku heftiyek bi cih bûne diyar kirin ku ew êdî jiyanek ji şer dur û derfetên ku çanda xwe ya koçertiyê bidin domandin dixwezin.

'Em dixwezin bê tirs li zozanên xwe bijîn'

Nezahat Çelîk ya 40 salî ku dayîka 10'e zarokane. Nezahat di nava malbatek koçer de tê dinê û di tevahiya jiyana xwe de koçertiyê dike. Nezahat diyar kir ku ew piştî tundiyên sala 1990'an de 7 salan ne hatine zozana lê piştî wê her çiqas zehmetî hebe jî ew cardin ji bo ku çanda xwe bidin domandin berê xwe didin zozanan. Nezahat got: "Li van deran koka me yê jiyanê heye, em bixwezin jî nikarin durî vir bijîn. Em ji zaroktiyê xwe ve debara xwe bi koçertiyê dikin. Di salên 2000'an de ji ber rewşên şer zehmetî hebû lê em neçar man debarê xwe wiha bikin. Vê salê jî ev heftiyek em hatin û me konê xwe veda. Jiyana koçertiyê gelek zehmete lê em ji vê jiyanê kêfxweşin. Êdî em dixwezin bê tirs li zozanên xwe bijîn."

'Em karê xwe gelek hezdikin'

Nezahat destnîşan kir ku ew êdî dixwezin di qadên azad de ji şer dûr koçertiyê bikin û wiha domkir: "Em ji herêma Badika ya Pasûrê tên. 40 konê me heye. Piştî tatîla dibistanê em zarokê xwe jî digrin û tên zozanan. Piştî ku em 4 mehan li van zozanan dimînin em cardin vedigerin gundê xwe. Sibê zû em radibin û sewalê xwe didoşin. Roj pêde em naskinin her dem karek heye ku em pêre mijûl bibin. Di zozanan de jiyan kirin zehmete lê em coşek mezin ji kar û vê jiyanê digrin. Eger şer jî tune ba meyê xebata xwe hîna xweştir kiriba."

'Tenê daxweza me ew e ku dawî li şer bên'

Dirê Çelîk a 50'î salî da zanîn ku di mehê havînê de li zozanên hênik jiyan kirin gelek xweşe û behsa xebatê xwe ya di nava rojê de kir û wiha got: "Ev 30 sale ez koçertiyê dikim. Sibê zû radibim bi sewalên xwe re mijûl dibim. Piştî ku şîrê sewalan didoşim ez têm bin konê. Ji ber ku ceyrana me tune ye şîrê ku me doşandiye em dikin peyînêr. Peyînêrê ku em çêdikin dixin nava tenekeyên mezin û her mehê carek em dibin difroşin. Carnan bi mehan em naçin navenda bajêr. Fêkî û zebzeyên ku em distînin ji ber ku hewayê vir sare heya 15 roj jî xirab nabe. Tenê daxweza me ew e ku ev şer bê rawestandin û em di nava aramiyê de jiyana xwe bidomînin. Ji ber vê yekê pêwîste her kes tiştê ji dest bê ji bo aşîtiyê bike û jiyan bike."

(rc)