Dom çavên cudaxwaziyê naxwazin
09:49
Nişmiye Guler/JINHA
WAN - Dom hinek demên salê yên diyar ji bajarên ku lê dijîn, diçin bajarek dinê konê xwe didanin, bi despêkirina bûharê re jî ji Meletye berê xwe didin Wanê. Dom li nava taxan cihên vala konên xwe didanin û bi berbanga sibê re ji bo kar li nava kolanan belav dibin. Jinên Dom yên ku kevneşopiyên xwe berdewam dikin diyar kirin ku bajarên diçinê wan biçuk dibînin û gotin: "Em tiştek şermê nakin."
Ji Komên netewên Rojhilata Navîn Dom li çiyan jiyan dikirin niha jî bi koçeriyê jiyana xwe berdewam dikin piranî debara xwe bi karên dest yên biçuk, karê paqijiyê, li falan nêrîn, stranbêjiya kolanan û baxçikvaniyê jiyana xwe berdewam dikin. Li tevahiya cîhanê tê texmînkirin ku ser 3 miliyon Dom hene. Dom geleke bi piranî li Kurdististanê dijîn. Cara yekê di sala 1999'an de li Îsraîlê çingeneyan ji bo parastina mafê xwe yê mirovî "Komela Çingeneyên Îsraîl" ê avakirin. Li Tirkiyê jî di sala 2010'an de navçeya Antakya ya Hatayê "Kmela Piştevanî û Şêwirmendiya Civakiya Lêkolîn û Pêşedbirina Çanda Qebileyên Doman" (DOMDER) avakirin. Yek ji armancên komeleyê ji bo ku hebûna xwe û bi hev re jiyankirinê bi gelên dinê bidin pejirandine.
'Ti alternatîfên me yên dinê nîne, em neçarin'
Dom di demên salê yên diyar de ji bajarê lê dijîn diçin bajarek dinê kona didanin û di konan de dijîn. Bi despêkirina buharê re jinên Dom yên ji Meletya hatine li Taxa Suphan ya Wanê bi cîh bûne di saetên serê sibê de dadikevin kolanan karên xwe dikin û dahata xwe bi dest dixin. Jinan dan zanîn ku ti aliyê jiyana koçberiyê rehet nîne û çî dera diçinê weke yên dinê tên dîtin. Jinên ku ji Meletye ji bo baxçikvaniyê tên Wanê bilêv kirin ku weke yên dinê li wan tên nêrîn û wiha gotin: "Em tiştek ya şermê nakin." Jinan balkişandin ser zoriya karên xwe û wiha domandin: "Ji xwe ti alternatîfên dinê yên me nîne. Em bi neçarî vê jiyanê dijîn. Ji ber em berdewam bajarê lê dijîn diguherin zarokên me di xwendinê de paş dimînin."
'Dema ku dewletê alîkariyek dabana me dê halê me jî ne evbana'
Ji jinên baxçikên xwe didin ser pişta xwe û gund, gund digerin Sibel Kaya anî ziman ku demê wan yê hinek bêhna xwe bidin jî namîne. Sibel bilêv kir ku dema ji kar tên bi zarokên xwe û xwarinê ve mijul dibin. Sibel derbirî ku ji ber li Meletyayê ti dahata wan nîne ji ber wê ew tên Wanê û wiha berdewam kir: "Dema ku dewletê alîkariyek dabana me dê halê me jî ne evbana." Filiz Kaya ya ku kevneşopiya Doman berdewam dike jî wiha axivî: "Ji ber karê em dikin zarokên me perîşan dibin. Ji ber di baranê û hewaya sar de jî em ji dervene zarokên me nexweş dibin."
'Deshilatî ti sozên dane me neyîne cîh'
Sultan Gezer ya ku zaroka xwe ya du mehî girtiyî gel xwe û bexçikvaniyê dike jî bilêv kir ku hikumetê derfetê kar nedaye wan û wiha dom kir: "Tenê demê hilbijartinê û xwestina dengan em tên bîra deshilatiyê. Lê ti sozê dane me bi cîh ne anîne." Jinên Dom diyar kirin ku ji ber bê aviyê ew nikatin pêdiviyên xwe yên kesanî jî bînin cîh û dixwazin dewlet dengê wan bibihîse û ew dixwazin ji jiyana konan rizgar bibin.
(zt)