Jinên Gûrdoganê firin, bazar û otobîsan dixwezin

09:14

Asya Tekîn-Şêrîn Hiso /JINHA

AMED - Jinên Gûrdoganê ji ber pirsgirêkê çûyîn û hatinê û firinê, ji rayaderan daxweza çareserkirina pirsgirêkê xwe kirin.

Jinên ku 21 sal li taxa Gordogan ya navçeya Seyrantepe a Amedê dijîn êşê çûyîn û hatin, bazar û otobîsê dikêşin. Jinên ku li taxê dijîn ji bo ku pêdiviyên xwe ya bazarê pêşwazî bikin ji ber ku bazar nêzî wan tune ye, sê saet rê dimeşin heyan ku digên bazarê. Ji bo ku biçin navenda bajêr jî bi saetan bendê otobîsê dimînin û ji ber ku firin li taxê tine ye gazincê xwe dikin.

Jin pêdiviyên xwe ya nan ji tenûrê pêşwazî dikin

Jina bi navê Mehtap Aslan a 30'î salî diyar kir ku ew ji 15 saliyê xwe ve nanê tenûrê çêdike û wiha domkir: "Em li gundê xwe hîn rihetir bûn. Li taxên firina nan tune ye û ji bo ku biçim bazarê otobîs tune ye bi saetan bendê otobîsê dimînim. Li taxên dewlemendan parq ji bo zarokan çêkirine lê ji bo zarokên me tu tişt tûne ye, zarokê me di nava ax û tozê de mezin dibin." Mehtap da zanîn ku hêviya wê ji şaredariyê heye ku ji zarokan re qadên ku têde bileyizin çêbikin û her wiha tesîsê otobîsan bê avakirin.

Jin dixwezin pirsgirêkê çûyîn û hatinê bê çareser kirin

Her wiha Mevlûde Çaka anî ziman ku ji bo ew nanê tendûrê çêbikin bi saetan ji çolê tepikan dide hev. Mevlûde wiha got: "Me di jiyana xwede her zehmetî kêşand. Ji bo ku em biçin bazarê bi saetan em dimeşin û ji bo ku em otobîsê siwar bibin bi saetan li kolanan disekinin." Emîne Alanlı rûxmî ku nexweşiya şekir pêre heye jî ew neçar dimîne ji bo ku pêdiviyên xwe a bazarê pêşwazî bikin bi saetan bimeşe û biçe bazarê. Emîne wiha got: "Ji bo ku ez pêdiviyê xwe ya bazarê pêşwazî bikim tevî nexweşiyê xwe û temenê xwe ya mezin neçar dimînim ku bimeşim. Tenê navê vir bajare lê sûda vê bajarê qet ji mera çênebû. Heyan ku diçim bazarê û têm çend car di rêde bêhna xwe vedidim. Zivistanê di bin baranê de havînê jî di bin tavê de em dimeşin. Ez êdî dixwezim firin, bazar û otobîsê vê taxê çêbibe."

Heman demê de Aysel Yilmaz û Ayşe Çaka diyar kirin ku di meha havînê de ewê hîn zêdetir zehmetî bikêjin di van rêyan de û ji rayaderan daxweza çareserkirina pirsgirêkê xwe kirin.


(rc)