Jinên ku bi keda xwe baxçeyan şîndikin beramberî kedê xwe nagrin
09:31
JINHA
AMED - Jinên ku li navçeya Ferqînê dijîn hem ji bo debara xwe a aborî bikin hem jî ji bo pêşxistina cotkariyê dixebitin. Lê gazinda beramberî kedê xwe negirtinê dikin.
Ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê ya dewleta Tirkiyê di sala 1990'an de gelek welatiyên Kurd ji cih û warê xwe bûn. Ji ber sepandina dewletê a kirina cerdevan her wiha şewitandin û wêran kirin bi sedan gund bi hezaran welatiyên kurd neçar man koçî bajarên cuda yên Tirkiyê bikin û ji bo debarê xwe cotkariyê dikin. Hovîtiya dewletê a ku wan deman pêk aniye hîna pê îtîraf nake. Welatiyên ku koçî bajarên Tirkiyê kirine, ji ber şert û mercên zehmet a jiyanê cardin berê xwe didin navçe û gundên xwe. Gelek malbatên ku zivîrîne û li taxa Tekel a navçeya Ferqîna Amedê dijîn, ji bo ku debarê xwe bikin baxçe diçînin û sewalan xwedî dikin. Bi taybet hêjmara jin di nava xebatê zevî û baxçeyan de zêde ye. Jin hem ji bo debarê xwe hem jî ji bo pêşxistina cotkariyê bi şev û roj dixebitin. Jinan berhemên ku bi kedê xwe bi dest dixin piştre li bazaran difroşin.
'Em beramberî kedê xwe nagrin'
Raîfe Îbrîk a 67 salî ku karê çandiniyê re mijûl dibe ji negirtina beramberî kedê xwe gazindan dike. Raîfe anî ziman ku ew wek karkerek dixebite û ne sîgota ne jî ewlekariya jiyana wê heye. Raîfe diyar kir ku ew rojê 12'e saetan dixebitin lê belê li beramberî kedê xwe nagrin û wiha got: "Ez ji sibê têm û heya êvarê ji baxçê dernakevim. Bi tenê serê xwe jiyan dikim û tu kes alîkariya min nake. Ji saet 07.00'ê ez têm nava baxçê sê saetan ez bîber û bexdenosan berhev dikim û piştre dixim selikê û dibim bazarê." Raîfe destnîşan kir ku pêwîste hişmendiya jin 'zarokan xwedî bike, mal paqijbike û xwerin çêbike' bê guhartin.Ev hişmendiya hebûn û hêza jin tune dike ji ber vê yekê pêwîste hişmendî û nêrînê me li hember hêz û hebûna jin pêşbikeve.
'Mêr jinan tûne dihesibîne'
Zînê Boral a 48 saliye û dayîka 5 zarokane diyar kir ku ew 30 salin bi karê cotkarî re mijûl dibe lê ji ber ku beramberî kedê xwe nagre gazina dike. Zînê behsa zehmetiya xebatê çandiniyê kir û li aliyê din zehmetiyên ku jin di warê civakê de dijî kir û wiha got: "Jin sibê radibe li sewalan dinêre, karê baxçê dike, karê malê dike xwerinê çêdike û li serde jî zarokan xwedî dike. Lê hûn ji mêrek bipirsin ka jina çi karî dike wê bêje' tu karî nake'. Jin li Ferqînê rastî ne heqiyê tê. Ji ber ku mêr belayê xwe li jinan didin jin ne wêre tenê serê xwe derkeve kolanan. Ji ber mêran em nikarin karek xwe bi aweyek rihet bi rêvebibin. Tenê daxwaza min ewe ku jin jî wek mêr li nava kolanan azad bimeşe û xebatê xwe bi rêvebibe. Kolan ne tenê yê mêraye."
'Em pirsgirêkên tenduristiyê dijîn'
Zînê her wiha behsa şert û mercê xebatê jî kir û diyar kir ku, ew ji sibê heya êvarê dixebitin ev yek jî dibe sedema pirsgirêkê tenduristiyê. Zînê anî ziman ku ji ber ku hevserê wê astengdare nikare bixebite û wiha got: "Bi 20 lîreyan em şitlan diçînin û bi xwedî kirina wan re mijûl dibin. Piştî ku berhem dide em berhev dikin û dibin li bazaran difroşin. Li navçeyê derfetê kar zêde tuneye. Piraniya jinan di baxçe û zeviyan de kar dikin. Dewlet tu car karê me hêsan nekir û guhartin ne xist nava karê me. Carnan berhemên ku em berhevdikin em cih li bazarê nabînin ku bifroşin em cih peyda bikin jî zêde nayê firotin. Em rastî gelek êş û zehmetî tên di jiyana xwe de. Tenê daxwaziya me ewe ku kedê me bê dîtin û beramberê kedê me bê dayîn."
(rc)