Bi hêza ku ji dayîka xwe girtiye karî li hember hişmendiya mêr têbikoşe

09:10

Medya Cebe/JINHA

MÊRDÎN - Gûlsûm Yakut di sala 1994'an de bavê wê tê bin çavkirin û carek din jê agahî nagre, bi têkoşîna xwe û dayîka xwe dighê serkeftinê. Gûlsûm sekna dayîka xwe ya bi vîn û bi biryar ji xwe re dike mînak û xeyala xwe a mesleka kuafortiyê bi serdixe û ji jinan daxwez ku ji pergala desthilatariyê re serê xwe netewînin û bawariyê xwe bi xwe bînin kir.

Polîtîkaya dewleta Tirk a înkar û îmhayê, bû sedema ku gelek êş bên jiyan kirin. Gûlsûm Yakut a 28 salî ji nav pênç zarokên malbatê ya herî mezine û ji sala 1994'an de bavê wê dema ku ji Mêrdînê diçe navçeya Mîdyadê tê bin çavkirin û carek din agahî jê nagere. Gûlsûm dema ku bavê wê wenda dibe ew 7 salîbû û ji ber vê yekê di temenê biçûk de tevî dayîka xwe barê malê hildide ser milê xwe. Piştî ku Gûlsûm bavê xwe wenda dike gelek car rastî tundiya dewletê tên û ji ber tundiya dewletê malbat ji gundê Gêre ya navçeya Kerborana Mêrdînê berê xwe didin navendê. Gûlsûma ku li gel malbata xwe ji ax û warê xwe dûrketiye hewildan derfeta jiyanek nû avabikin û ligel dayîka xwe hemû zehmetiyên jiyanê derbas bikin.

'Bi salane em li bavê xwe digerin'

Gûlsûn behsa pirsgirêkên ku li gund berî ku bavê wê winda bibe kir û wiha got: "Wê demê dewletê dixwest me bike cerdevan. Em jî li dijî bûyîna cerdevantiyê bûn, ji ber vê yekê dewlet gelek tundî li me dikir. Gelek welatî li gund bi darê zorê bûn cerdevan û gelek kes ji bo ku nebin cerdevan berê xwe dan çiyê û hinek jî koçî bajarê tirkiyê kirin." Gûlsûm anî ziman ku, ji ber tundiya dewletê û bi zorê kirina cerdevantiyê bavê wê biryarê koçkirinê bajarê Konya yê kiribû û wiha domkir: "Bavê min ji bo ku ji mere li bajarê Konya yê cihek bibîne bi rêketibû. Lê dema ku bavê min gihêşte Mîdyadê ji aliyê dewletê ve hatibû bin çavkirin. Di navberê de 21 sal borî lê hîna bavê min wenda ye. Jiyan dike ango miriye agahiya me jê tune ye."

'Min dayîka xwe mînak girt'

Gûlsûm anî ziman ku wek malbat piştî wendabûna bavê wê gelek zehmetî jiyane û ji ber ku hemû zarokên malê ji wê bi çûktûr bûn ew li gel dayîka xwe berpirsyartiya malê hildaye ser milê xwe û wiha pêde çû: "Piştî wenda bûna bavê min jiyana me gelek hate guhartin û dayîka min bi tenê xwe ma. Lê bi tenê mayîna wê ew bi hêztir kir û ji bo ku em bixwînin gelek ked da. Dayîka min çi kar hatiba pêşberê wê dikir. Dayîka min jinek gelek bi hêze û ez jî li dayîka xwe hatime û her tim ji bo xwe mînak digrim. Heyan ku ez mezin bûm dayîka min dixebitî bi tenê xwe, piştî ez mezinbûm min jî alîkariyê da wê û em bi hevre xebitîn."

'Tu car min dev ji xeyalên xwe berneda'

Gûlsûm diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe dixwest mesleka kuafortiyê pêşbixe û wiha domkir: "Qebiyeta min a kuafortiyê heye. Piştî ku min bavê xwe wenda kir, min gelek karkir. Şev û roj li di nava zeviyan de xebitîm lê tu caran min dev ji xeyalê xwe berneda. Pêwîstbû min xwe fêrkiriba û pêşxistiba. Ji ber vê yekê di serî de min xwe bi xwe perwerde kir û piştre derbasî perwerdeya meslekî bûm. Li Êlihê bi perwerdeyek dem kurt ez fêrbûm. Piştî wê min cihek bi çûk a kuafortiyê vekir û min da xebitandin. Bê guman di serî de min zehmetî kêşa xizmên min digotin 'evder biçûke wê kes neyê'. Lê li beramberî her tişt min vekir û da xebitandin."

'Min zehmetiya ferzkirina hişmendiya mêr jiyan kir'

Gûlsûm behsa zehmetiya ku di xebatê de jiyan kiriye kir û wiha got: "Civak zû bi zû napejrîne jin bixebite, lê pêwîst bû em xwe ji vê hişmendiyê rizgar bikin. Ez bawerdikim ku jinên ji civakê re dixebitin hîn bêhtir azadin. Ji ber vê yekê min bi derdora xwe dida fêmkirin ku ne şaşe jin bixebite û min îkna kir derdora xwe. Herkesê dora me rewşa bavê min dizanî û di ferqa armanca karê min de jî bûn. Piştî wê hêdî hêdî jin ji hev cesaret girt û hatin. Min ji dayîka xwe cesaret girt û jinên Kerboranê jî ji min."

'Pêwîste jin bi xwe bawer be'

Gûlsûm da zanîn ku, di malbatê de wek du jinên bi hêz li hember hişmendiya kevneşop têkoşîn dane û di heman demê de giraniya xwe di malê de jî dane avakirin. Gûlsûm bi lêvkir ku xweşk û birayên wê diçin zanîngehê: "Ji ber ez û dayîka xwe bi fikir û biryarek hevpar tevdigerîn ev yek bû sedemê ku zarokên malê bawerî bidin hêza azad a jinan. Birayên min dizanin ku ev malbat bi hêza jinê ji nûve avabû ji ber vê jin di çavên birayên min de mezinbû." Di dawî de jî Gûlsûm da zanîn ku pêwîste hemû jin bi hêz û hebûna xwe bawerbin û wiha got: "Pêwîste jin ji xwe bi bawer be. Xwe ji siya mêr rizgarbikin û biryarê xwe bi xwe bistînin. Dema ku jin bixweze dikare gelek tiştan bike û serbixe. Ez bi hêsanî ne hatim vê rojê. Niha jinên Kerboranê ji sedî 90'î tên cihê kuafora min. Li hemû navçê têm nasîn û gotina min derbas dibe. Her jinek dikare vê yekê bi serbixe."

(rc)