Bi hêza ku ji xwezayê digre ji jiyanê re meydanê dixwîne
11:05
Têkoşîn Tekîn /JINHA
AMED - Halîme Memîş a 70'î salî têkiliya jin û xwezayê di şexsê xwede kiriye mînak û rûxmî temenê xwe yê mezin çend kar bi hev re dike. Halîme diyar kir ku ew ji xwezayê hêz digre û wiha got: "Ez 70'î salîme lê hêj jî xwe ciwan û bi hêz dibînim."
Jin li her qadê jiyanê dide nîşan kirin ku ew perçeyek ji xwezayê ye. Yek ji van jinên bi mînak Helîme Memîşa 70'î salî ya ku li gundê Selman a girêdayî navçeya Gêla Amedê jiyan dike ye. Helîme jiyana xwe bi kedê xwe dihûne û dayika 6 zaroka ne. Helîme rûxmî temenê xwe yê mezin, ew li gund bi sewal û baxçeya xwe re mijûl dibe û diyar dike ku ew hêzê xwe ji xwezayê digre.
'Jin jiyanê di nava xwezayê de dibîne'
Helîme da zanîn, jin bi xwezayê re hebûna xwe heye û wiha got: "Li gundan jiyan kirin hestek pir bedewe. Bi xwezayê re jiyan kirin û bayek paqij girtina nava hinavê xwe hestek cûda dide mirov. Ez sibê zû radibim sewalan didoşîm û penîr û mast çêdikim. Ez 70'î salîme lê hêj jî bi hêzim. Hîna nanê tendûrê bi xwe çêdikim. Li gund jiyan kirin kêfxweşî dide min."
'Av û hewayê gundê min pir cuda ye'
Helîme anî ziman ku ew fêrî hewayê paqij a gund buye û hevsengiya jin û xweza, jin bi jiyana xwe diyar dike. Helîme got ew dê li navendê bajaran tu car nejî û wiha pêde çû: "Hewayê bajar gelek mirovan tengav dike. Av û hewayê gundê min pir cuda ye. Ez 70'î salîme lê hêj jî xwe ciwan û bi hêz dibînim."
(rc)