Jin tune be wateya gerdûnê jî namîne

09:35

Fîlîz Zeyrek /JINHA

EDENE - Hakîme Banav ku berî 23'ê sal ji ber tundiya dewletê neçar bûye ji Sêrtê koç bike, bi bêrîkirina axa xwe re dijî. Hakîme ya ku gûzan bi aweyek xweşik bi tayê ve kiriye got: "Keda jinan weke çandek ji rêzê tê dîtin. Lê belê jin tune be wateya gerdûna me jî namîne. Karê ku jin dike tu mêr nikare bike."

Piraniya welatiyên taxa Şakîrpaşa ya navçeya Seyhana Edenê maxdûrê koçberiyê ne. Dema mirov diçe taxê rastî çîrokên wek "Gundên me hatin şewitandin, em bi zorê hatin koçkirin, dixwestin me bikin cerdevan me ne pejrand û me axa xwe terk kir…" tê. Yek ji qehramanê van çîrokan jina bi navê Hakîme Banav a 55 salî ye. Hakîme di sala 1992'an de rastî tundî, dagirkerî û hember lêferzkirina cerdevaniyê ji gundê Erkendî ya Sêrtê neçar dimîne koç bike û di nava xizaniyê de li Şakîrpaşa bi cih bibe.

Koçkirina bi zorê û jiyan

Ruxmî ku 23'ê sal li ser koçkirinê derbasbûye Hakîme hîna bîra gundê xwe dike û wiha hestê xwe anî ziman: "Jiyana me ya gund gelek xweşbu her em di nava aramiyê de bûn. Li gund me bi keda xwe ya di nava zevî û baxçeyan de me debara xwe dikir. Ji tundiya dewletê em neçar man ji cih û warê xwe bibin û salên dirêj di nava şert û mercên xizaniyê de bijîn.

'Bêy ku em serê xwe bitewînin me li berxwe da'

Hakîme da zanîn ku ew piştî koçî bajarê Edenê bûne cardin ji tundî û şîdeta dewletê xilas nebûne û hemû mêrên malbatê di girtîgehê de tên girtin. Hakîme ya ku karê cotkarî û paqijiyê jî dike û dibêje "Em mûhtacê tu kesî nebûn" wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li bajaran ji karên dervî qanûnê serbeste lê xwedî li îradeya xwe derketin û li hember ne heqiyê derketin sûç tê hesbandin. Ji ber vê yekê zarokê me rastî tundî, şîdet, zilim û binçavkirinê tên. Ji ber ku mêrê malbatê di girtîgehê dane em jin neçarin bixebitin û zarokan têrbikin. Di zeviyan de me xebatê cotkariyê kir, ez nexweş ketim lê cardin me serê xwe li hember zehmetiyan ne tawand."

'Heya kedê jinan bê dîtin emê têkoşîna xwe bidomînin'

Hakîme ji bo debara xwe gûzê hişk bi tayê ve dike û qezenca xwe dike. Hakîme rojê ji bo 15'e lîreyan gûzan ji kakilê derdixe û piştre bi tayê ve dike. Hakîme di heman demê de behsa zehemtî û ziravtiya xebata xwe kir û wiha got: "Ji ber pirsgirêka xwe ya tenduristiyê ez nikarim di baxçe û zeviyan de bixebitim. Ez gûza ji karxanê distînim û li mal pêre mijûl dibim. Zêde pereyê wê tuneye lê em neçarin wiha debara xwe bikin. Em beramberê kedê xwe nastînin, ji xwe kîjan jin beramberê kedê xwe girtiye. Jin li her qadê jiyanê têkoşînê dide lê têkoşîna wên nayê dîtin. Yê ku li hemû qadên jiyanê li berxwe dide dîsan jine. Kedê jinan weke çandek ji rêzê tê dîtin. Lê eger jin tune be wateya gerdûnê jî namîne. Karê ku jin dike tu mêr nikare bike. Jin îro li Kobanê, Şengalê û li çiyayên azad li hember polîtîkayên qirêj têkoşîn dide û serkeftinê bi dest dixe. Emê li hember pergala ku jin nasneke têkoşîna xwe li her qadê bidin, heya ku fereseta desthilatdar jinê nasbike jî dê têkoşîna me bidome."

(rc)