Li Qoserê tendûrên komînal a jinan

09:36

JINHA

MÊRDÎN - Li Qoserê her sal di mehê Gulanê de jinan tendûrê xwe ya kevin hildiweşînin û pereyên ku berhevkirine pê tendûrek din distînin. Piştevaniya jinan a bi mînak ji hemû taxan re xizmetê dike.

Li taxa Tepebaşi ya navçeya Qosera Mêrdînê jin her sal tendûrên xwe a kevin hildiweşînin û li cihê wê yê nû avadikin. Jinan perên ku berhevkirine ji xwe re tendûra nû sitandine û ji bo ku avabikin her sibê dixebitin. Jinên ku ji bo çêkirina tendûrê hatine ba hev, her yek ji wan bi xebatên din re jî mijûl dibin. Bi xebatek hevpar jin dest bi avakirina tendûrê dikin. Hinek ji wan bi bêrê tendûra kevin hildiweşîne yên din jî, ji bo tendûra nû herî amede dikin hinek din jî dest bi siwaqa tendûrê dikin. Jinan bi piştevaniyê xebatê çêkirina tendûrê wiha bi dawî dikin.

Ji tendûra ku tê çêkirin her kes sûd jê werdigre

Şahîde Kizilakça da zanîn ku, ew her sal di meha Gulanê de bi piştevaniya hemû jinên taxê tendûrê avadikin û wiha domkir: "Her sal em wek jin li hev dicivin û ji bo tendûrê pere berhevdikin û em tendûra nû distînin. Ne tenê jinên taxê, heman demê de jinên taxê din jî tên û ji tendûrê sûd werdigrin." Şahîde her wiha bal kişand ser piştevaniya jinan û diyar kir ku ew dema tendûrê avadikin hemû jin heya nîvê şevê alikariyê didin hev.

'Em karê xwe bi heskirin dikin'

Her wiha Leyla Bozan jî anî ziman ku ew ji ber ji nanê tendûrê hezdikin, her sal tendûra xwe nû dikin. Leyla bi lêv kir ku, dema ew tendûrê çêdikin her jinek bi karek re mijûl dibe û wiha domkir: "Jin tu car dema dest bavêje karekî xebata xwe nîvcu nahêle." Leyla diyar kir ku, piştgirî jiyana wan hevpar kiriye û karê xwe bi heskirinek mezin dikin û wiha pêde çû: "Kedê hemû jinan li ber çêkirina tendûrê heye. Bi her kedek me a xebata hevpar yekîtiya me bi hêzdibe."

(rc)