Rêwîtiya Koçeran ber bi çiyayê Sîpanê ve despêkir
12:14
JINHA
BEDLÎS - Bi hatina buharê re koçerên Mêrdîn, Elih û Sêrtê ji bo koçeriyê berê xwe didin çiyayê Sîpanê. Koçer ji bo li kêleka çemê Bedlîsê cih xweş bi dest bixin 40 roj di rêyên Serhedê de dimînin û bi sedan kîlometre meş dikin.
Bi hatina buharê û gerimbuna hewayê re rêwîtiya koçeran ber bi zozanên hênik a Serhatê ve despêkir. Koçerên ku tevî sewalên xwe ji bajarê Mêrdîn, Elih û Sêrtê bi rêketine dê 40 roj di rêde bimînin. Koçerên ku wê biçin heremê Buzulpinara Betlîsê hîna 15-20 roj rê li ber wan maye. Koçerên ku 2 meh rêwîtiya wan didome, êvara ji bo sewalên xwe li ber avê disekinin û bêhna xwe vedidin, bi avabûna rojê re jî carek din dikevin rê. Hemû pêdiviyên jiyanê çaydan û bîdonê avê xwe jî ser kerê xwe girêdidin û riya xwe didomînin.
Xweşikbuna jiyanê di rêwîtî û zozanan de ye
Jiyana koçeran li zozanan her di nava liv û tevgerê de ye. Koçer bi hemû şêwayên jiyana xwe xwezayî dijîn û ji bo pêdiviyên xwe ya awerte tenê telefonê digrin ba xwe. Koçer bi lambayên gazê û fanûsê ve şeva xwe ronî dikin û li kêleka çemê pêdiviyên xwe a paqijî pêktînin. Bi her awayî jiyanek xwezayî dijîn. Lê belê di jiyana koçertiyê de ya herî zêde diweste û zehmetiya jiyanê dikêşe jina koçere. Li cihê ku navber tê dayîn, jin diçe sewalan didoşe, penîr û mast çêdike, dûvre xwarin amede dike û pêdiviya zarokên xwe pêktîne. Ji ber rê nikare zêde pêdiviya xwe a paqijiyê jî bigre. Zarok jî piştî betaliya dibistanê tevî malbatên xwe dikevin rê.
Rêwîtiyek zor û zehmete
Jina koçer Fatma Tanî ya berî 2 mehin bi rêketiye û li Bedlîsê bi cihbûye diyar kir ku, jiyana koçertiyê gelek zehmetiyê wê hene. Fatma wiha got: "Jiyana koçeran jiyanek zehmete. Em bi avabûna rojê re saet 05.00 şiyar dibin. Diçim cihê ku sewal lêne û sewalan didoşim. Piştî nîvro carek din ez sewalan didoşim û piştre pêdiviyên paqijiyê dikim. Zehmetiyên jiyanê gelek car çêdibe bi taybet dema ku sewal neyên deşta. Di rêde piraniya sewalan berê xwe didin çiyê, em jî neçar dimînin li pay sewalan diçin. Em di mexelkirina sewalan de zehmetî dikêşin.
Fatma her wiha behsa zehmetiya rêkir û wiha pêde çû: "Ji bo ku em bighêjin cihê xwe 15 roj maye. Rêwîti ji bo me demên zor û zehmete, her wiha payîzê dema ku em dizivirin cardin em zehmetî dikêşin. Di jiyana koçertiyê de jin gelek zehmetî dikêşe hem bêrîvantiyê dike hem li zarokan dinêr û hem jî pêdiviyê mal bi cih tîne."
'Em li zozanane mêr jî li bajaran ne'
Nafiya Ozdemîr jî diyar kir ku, rêwîtiya koçeran ji bo jinan bi taybet gelek zehmete li gorî mêra. Nafiye destnîşan kir ku mêr ne heqî li jinên koçer dikin û wiha domkir: "Li ser riyên bejahî rêwîtî kirin gelek zehmete. Gelek car qeza çêdibin ev jî tehlîke ye. Piranî rojê me bi mijulbuna sewalan re derbas dibe. Heya em digêjin cihê xwe di rêde em sewalan didoşin û penîr çêdikin. Li aliyê din em karê mal û pêdiviyên pêwîst bi cih tînin. Jiyana me hemû bi koçertî ve dibore. Lê mêr di warê hevpariyê jiyanê de ne heqiyê li me dikin. Em wek jin bi zor û zehmetiyê jyanê re têdikoşin lê mêr gelek demê xwe li bajar bi gerê diborîne."
'Şev û roj em li çiyane'
Metheme Kaplan jî yek ji jinên koçer a ku ji Nisêbînê bi rêketiye û berê xwe dayê çiyayê Sîpanê diyar kir ku, şert û mercên jiyana jinên koçer ji ya mêr gelek bi zehmetire û wiha pêde çû: "Em ji Nisêbînê bi rêdikevin diçin Tatvan û piştre diçin çiyayê Sîpanê. Bi hatina payîzê re cardin emê bizivirin Nisêbînê. Em bêrîvantiyê dikin xwarin çêdikin û firaqan dişon, bi vî awayî ev 40 roje rêwîtiya me dibore. Hîna 15 roj rêwîtiya me maye. Nêzî hezar sewalên me hene. Zehmetiyê rê gelekin dema ku baran jî lêdike hîna zortir dike."
Metheme anî ziman ku, ji ber jiyana wan her bi koçertiyê dibore ew nikarin zarokê xwe bişînin dibistanê û wiha pêde çû: "Bi giştî zarokên me naçin dibistanê, ji ber bi me re rêwîtiyê dikin. Jiyana me bi xwezayê re xweşe em şev û roj li çiyane. Dervê jiyana çiya em tiştek din nabînin."
(rc)