Li Çerikê jiyana xwezayî ji nûve dipişkive
10:13
Bêrîtan Canozer/JINHA
AMED - Welatiyên gundê Çerikê piştî koçberiyên salên 1990'an ji qelabalixa bajar berê xwe didin gund û jiyana xwezayî û aramî ji nûve avadikin.
Ji ber êrîş û dagirkeriya dewlata tirk gelek gund di salên 1990'an de koçî bajaran hatibun kirin. Piştî bêdengiya salan welatî cardin berê xwe didin gunda û jiyana xwe zindî dikin. Malên ku kevinbune û hilweşîne tên çêkirin û pêre nifûsê gund her ku diçe mezin dibe. Bi hatina buharê re jiyana şêniyê gund zindî dibin û rengek cuda didin jiyana xwe. Yek ji gundên ku li hember zor û zehmetiyan li ber xwe daye welatiyên gundê Çerikê a navçeya Farqîn ya Amedê ye. Li hember gelek êrîş û zehmetiyên jiyanê gelek welatî malê xwe terknekirin û xwedî li malên derdor jî derketin û her wiha piştî vegera welatiyan ji gund re pêkhat bi hêviyek mezin jiyan tê ronîkirin.
'Hemû xwarinê me xwezayi ye'
Mansure Yalçiner ya (46) salî ku her jiyana xwe li gund domandiye behsa rojek ji jiyana xwe a gund kir û wiha got: "Ji saet 05.00'ê sibê liv û tevgera jiyanê li ba me despêdike. Bi avabuna rojê re karê Mensure a ewil xebatê bêriye û wiha dibêje: "Ez pêşîn xwarinê sewalan didim û piştre didoşim." Her wiha Mensure anî ziman ku ew şîr gerim dike û ji bo mast çêbike şîrê havên dike. Mensure wiha dom kir: "Zarokên min saet heştê de radibin, ji berhemên ku me çêkirine penêr, mast û reçelê taştê ji wan re amede dikim. Her tiştê me li ber meye em hêkan ji koxikê tînin, sebze ji baxçê berhevdikin û genimê ku me hêrandiye û kiriye ar, em nanê xwe ser tendûrê çêdikin. Çi tişt bê xwestin li vir bi awayek xwezayî tê peyda kirin. Piştî taştê an ez an zarokên min sewalan dibin bêriyê û bi karê baxçê mal re mijul dibim dibînim ku bu şev. Mirov di nava xwezayê de bi herikîna demê nahese."
'Li gund tenduristî û bereket geleke'
Mensure anî ziman ku ew ji jiyana gund gelek hezdike û sedema vê jî xwezaya jiyanê ye. Mensure dibêje ew jiyana gund bi ya bajar nade û wiha pêde çû: "Trilyonan pere bidin min bi qasî jiyanê gund, tu jiyan min têr nake. Li gund her çiqas dibistan û saziyên tenduristî kêmbe jî cardin ez ji vê jiyanê razîme. Gundê me ne zêde li gorî gundê din pêşketiye ne jî paşde maye, lê zaneyên gundê me jî hene. Em diwestin lê westandina me ne ji betona bajarane. Li bajar qadên şîn ku mirov bêhna xwe lê vede nemaye, her der qelabalix û dengê wesayîtan mirovan tang dike, xwarin hemû dermankiriye her roj bi hezaran mirov li ber nexweşxanê digerin. Çavê zarokê me li bajarane dixwezin biçin, lê em dev ji gundê xwe bernadin. Zarokên me piştî diçin bajar û jiyana wir dibînin, piştre wate didin gotinên me." Her wiha Mensure diyar kir ku ew bi zivrandina şêniyê gund a ku bi zorê sala 1990' de hatibun koçkirin gelek kêfxweşe.
'Mirov ji qalabalixa bajar acizbûne'
Mensure anî ziman ku, di mehên havînê de gelek şêniyên gund ji bo karê findiq, lêmon, û portaqalan li baxçeya berhev bikin diçin navçeyan û wiha pêde çû: "Ji ber havînê li vir zêde kar namîne û dibistan tatîl dike, zarokên me diçin bajar û navçeyan dixebitin. Lê dema ku zarokên me tên gund dibêjin jiyan li wir nexweşe û ew bêriya gund kirine. Êdî mirov ji qalabalixa bajar acizbûne. Li gund bi dengê xwezayê mirov rihet dibe, ez bedewbuna gundê xwe nadim bi tu tiştî."
(rc)