Hunera taqiyan hem pîşeyê Sevim Gokyıldız e hem jî jê hez dike
09:27
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Sevim Gokyildiz ya 60 salî ku li navçeya Seyhanê dijî 10 salin karê çêkirina taqiyan dike û bi wê xwe li jiyanê digire. Sevim diyar kir ku wê di jiyanê de gelek zorî kişandiye. Sevim da zanîn ku divê jin li hember hişmendiya ku jinan di malan de dide girtin bi her awayî tekoşînê bikin û di hemû navendên jiyanê de cîh bigirin.
Sevim Gokyildiz ya 60 salî ku li Taxa Daglioglu ya navçeya Seyhana Edeneyê dijî ser dezgeha li ber derê xwe daniye hunerê xwe yê dest pêşkêş dike û bi wê debara jiyana xwe dike. Sebim anî ziman ku hîna 14 salî zewiciye û got: "Ji zarokatiya xwe heya niha ez di xebitim. Di dibistanê de ez yekem bûm, lê ji ber ku ez jinbûm, ez nedam xwendin. Li gel bavê xwe di zeviyan de min karê tevi û bêrê dikir. Ez 14 salî zewicîm. Min jî weke hemû yên di temenê biçuk de zewicîne zorî jiyan kir. Min ji destê hevser û xesiya xwe gelek zorî dît." Sevima dayîka 7 zarokane ji ber pirsgirêkên tenduristiyê 4 zarokên xwe winda kir. Sevim destnîşan kir ku wê weke jin bi zêdehî pirsgirêk jiyan kiriye, ji bo hemtacî kesê nebe dest bi vî karî kiriye.
'Karê çêkirina taqiyan ez di du mehan de hîn bûm'
Sevim derbirî ku heya 50 saliya xwe ew di karên weke aşvanî û testîlê kiriye û wiha domand: "Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê êdî ez nikarim wan karan bikim. Li cihê di malê de runiştinê ser daxwaza hevalek min ya mamostaya tasarimê ev nêzî 10 salane ez vî karî dikim. Ji bo ku ez muhtacî kesê nebim, dahata xwe ji mêran negirim û xwe li ser lingê xwe bigirim vî karî dikim. Karê ku her kes di salekê de nikarin hîn bibin ez di nava 2 mehan de hînbûm."
'Ez bi roj li kar û bi şev jî li nexweşxanêbûm'
Sevim balkişand ser pirsgirêkên jinên kedkar û wiha berdewam kir: "Jin li gel karê xwe neçarin karê malê dikin û hem jî li zarokan dinêrin. Ti karê hêsan nîne, herî zêde pirsgirêka çavê min min dide zorê. Min 29 salên xwe da nexweşxanê, lawê min nexweşbû. Ez bi roj li kar û bi şev jî li nexweşxanêbûm. Min rojên gelek zor derbaskir. Lê mixabin min lawê xwe winda kir."
'Ez beranberî keda xwe nagirim'
Sevim bilêvkir ku divê hemû jin li hember hişmendiya ku hewildide jinan di malan de bigire tekoşînê bilind bikin û wiha dom kir: "Hişmendiya ku hewildide jinan di malan de bigire û tenê karê jinan di nava malê de kar kirinê dibîne em anîne vî halî. Karên weke gerdenî û bazinan ez di nava 2 saetan de çêdikim. Ez beranberî keda xwe nagirim. Ji ber ku pir giran dibînin ez bi nîv biha difiroşim. Semta ku ez lê dijîm feqîre. Di nava kirîn û firotina bazarê û cihê ez lême ji sedî 200 ferq heye. Dîsan jî ez karê xwe dikim û vale nasekinim. Ez weke jinek çavê xwe girêdayî destê mêrekê nahêlim û bi xwe debara xwe dikim."
'Helwesta mêran li hember jinên dixebitin hişke'
Sevim destnîşan kir ku mêr ser jinên kardikin tindiyê bi kartînin û wiha pêde çu: "Min ev rewş gelek jiyan kir. Dema ku min nû dest bi kar kir li hemberî min helwestên gelek hişk hembûn. Sedem jî ji ber ezê êdî li ser lingê xwe bisekinimbû. Ji ber em jin her dem weke kole hatine dîtin. Çawan xwestine em wiha xebitandine. Ez wan baş têdigihiştim lê min gav paşde ne avêt, bi salan ez xebitîm û min rewşa ku wan dixwest ne pejirand. Jin xwediyê hêz û hunerek wihaye ku çî tişta bixwaze dikare bike."
'Keda jinan nayê dîtin'
Sevim di derbarê nedîtina keda jinan de jî wiha got: "Mixabin despêkê hevser û zarokên jinan rêzê ji keda wan re nagirin; ez vê pir dibînim. Divê li hember van nêzîkatiyan jin di hemû navendên jiyanê de cîh bigirin. Dema ku jin bixwazin tiştek nikarin nîne. Ez dibêjim hadê jin no dema hêzbûnêye. Ez hem karê xwe yê malê, hem pîşeyê xwe û hem jî hunerê xwe pêşkêş dikim. Weke hun dibînin, ez niha hem pelan dipêçim û hem jî li ber dezgeha xwe hunerê xwe pêşkêş dikim ev rewş min hem li hember min û hem jî li hember derdora min bihêz dike."
(zt)