'Bi naskirina tevgera azadiya jina kurd, min astengiyên xwe derbas kir'
09:16
Şehrîban Aslan-Nîşmîye Gûler/JINHA
MÛŞ - Mûzeyyen Işik a ku di temenê bi çûkde rastî qezayê tirafîqê hatiye û heya 37 salî astengdar maye, hem li Şaredariya Gimgimê encûmantiyê dike û hem li aliyê din li zanîngehê xwendina beşa teolojiyê dike. Niha jî Mûzeyyen amedekariya xwendina rêvebiriya herêmî dike û wiha dibêje: "Bi naskirina tevgera azadiya jina kurd re, min astengiyên xwe derbas kirin."
Mûzeyyen Işika 37 salî, di temenê xwe ya zarokti de, di encama qezeya tirafîkê de laşê wê berasteng dibe. Mûzeyyen a ku li gundê Aşagi Hacibey a navçeya Gimgima Mûşê dimîne, bi zor û zehmetiyên jiyanê re têkoşîn da û ji bo xwe jiyanek bê asteng afirand. Mûzeyyena ku ji zaroktiya xwe berasteng bûye tû car hêvî xwe winda nekiriye û gelek serkeftin bi dest xistiye. Mûzeyyen bêy ku astengiya laşê xwe bike asteng, perwerdehiya liseyê qedand û xwe ji bo ezmûnên zanîngehê amede kir. Mûzeyyen heman demê de xwendekara refa sêyem a teolojiyê ye û li Şaredariya Gimgimê encûmantiyê dike. Niha jî amedekariya xwendina beşa rêvebiriyên herêmê dike. Mûzeyyen hizrê xwe wiha ravekir: "Eger ez bi van astengdariyan dikarim gelek tişt bi serbixim, ev tê wateya ku jin dikare her tişt bike."
'Bi xwendina astengiyan min derbaskir'
Mûzeyyen anî ziman ku li beramberê derfetên kêm ên gund, ew cardin hêviyê xwe winda nekiriye û wiha domkir: "Her dawiyek despêkek rave dike. Di demên zehmet min demê xwe bi xwendinê ve borand.Bi xwendinê re nêrînê min a cîhanê û jiyanê hate gûhartin û asoyê nêrîna min ferehbû." Mûzeyyen diyar kir ku, ji ber rewşa xwe nikare zêde tevger bike lê ew derdora xwe dişopîne û hewil dide jiyanê fambike. Mûzeyyen wiha got: "Bi hizrandinên kur ez buyerên jiyanê û rastiyên ku tê jiyan kirin famdikim. Nêrînê min a siyasî ji bo min bu diyarkarê jiyanê. Bi lêkolînan ve min xwe û gelê kurd naskir û ne heqiyên ku em her roj rastî wê tên min dît. Tu car min bê mafiya ku li ser me tê pêkanîn min nepejrand. Ji ber vê yekê dijberiyek min li hember yên ku ne heqî dikin pêşket."
'Pêwîste jin tu car hêviyên xwe winda nekin'
Mûzeyyen destnîşan kir ku, ew xwe di zimanê Kurdî de jî pêşxistiye û wiha pêde çû: "Yek ji hêmanên kurdi zimane û pêwîste neyê winda kirin. Min zimanê kurdî pêşxist û xwedî lê derdikevim. Gelek car beşdarî radoyên Kurdî dibim. Di encamê de ez vê yekê famkir, eger ez bi van astengdariyan dikarim gelek tişt bi serbixim, ev tê wateya ku jin dikare hertişt bike. Ji ber vê pêwîste jin tu car hêviyên xwe winda neke."
'Li hember feresatên zeyendî, deng ji HDP'ê re'
Mûzeyyen diyar kir ku ew kesayeniya xwe bi saya tevgera azadiya jin naskiriye û wiha got: "Bi naskirina tevgera azadiya jina kurd re ez bi hêzbûm. Mûzeyyen di gotina xwede behsa hilbijartinê kir û wiha got: "Eger jin serî li hember feraseta mêr hilbide bandorê tu mêrî namîne. Partiya ku vê hişmendiyê napejrîne û li dijber dertê HDP'ê ye. Bi qasî ku HDP'ê nirx dide jin tu partiyên din nade. Bangawaziya min ji hemû jinan re; werin em di bin sîwana partiya xwede li hev bicivin. Ji bo ku em ji li qatilaman re, hişmendiyên zeyendî, ne heqî û bê adeletiyê re bêjin 'bese' em dengê xwe bidin HDP'ê. Di nava çar dîwaran de nesekinin û dengê xwe bilind bikin. 7'ê Hezîranê dê bibe despêka nûbûnê."
(rc)