Çîroka jiyana Sara ya 85 salan mijara romanekê ye

09:31

Nurcan Yalçın /JINHA

AMED - Sara Kizilkaya ya ku di 12 saliyê de hatî zewicandin tenê ji jinên bi zorê hatî zewicandin yeke. Sara di 85 salên jiyana xwe de gelek êş kişaye, despêkê di temenê biçuk de bûye dayîk paşê jî hevserê wê ji aliyê dewletê ve tê qetilkirin. Jina kurd ya serhildêr Sara ku bi darê zorê li gel tiyê xwe tê zewicandin li gel wan hemû êşan jî tiştek ji sekna xwe ya bi hêz winda nekiriye.

Her jinek di hindirê xwe de çîrokekê dihewîne û gelek caran ev çîrok nayên ziman. Jiyana Sara Kizilkaya ya 85 salî ku li Lîcê dijî jî mijara romanekêye. Sara ya ku dibêje: "Jiyana min bi êşan derbasbû" êşên wê xwe li ser xetên ruyê wê jî dide nîşandan. Sara ya ku 12 salî hatî zewicandin û di 17 saliyê de bûyî dayîk di salên temenê xwe yên divê lîstok bilîstibana li cihê wê di mala hevjînê xwe de weke jinekê disekinî. Jiyana zaroktiyê ya ku ji bo her zarokekê weke çîrokên herdemî di binhişiya wan de xwe didin jiyandin lê Sara tucarî ew zarokatî jiyan nekir.

Hevserê wê ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin

Sara ya ku di 17 saliya xwe de bû dayîk di temenê xwe yê 25 saliyê de bûye dayîka 3 zarokan. Çîroka ji êşan dagirtî ya Sara ya ku di temenê 25 saliyê de hevserê wê ji aliyê dewletê ve hatî qetilkirin ji vêderê despêdike. Piştî hevserê wê tê qetilkirin bi darê zorê bi tiyê wê re tê zewicandin. Sara ya ku li gel jiyanek ewqas bi êş jî ji sekna xwe ya serhildêr tiştek kêmnekirî weke jinek kurd xwe li ser lingê xwe girtiye... Sara wiha qala 85 salên jiyana xwe dike: "Dayîka min û bavê min li herêma Serhedêne. Bavê min ji Norşînê û diya min jî ji Xinisê ye. Bavê min mamostabû û ji ber peyîwira xwe hatin Lîcê bi cîh bûn. Em 4 xwişk bû birabûn, hîna ez 5 salî bûm bavê min çu ser dilovaniya xwe, diya min jî hema piştî wî çu ser dilovaniya xwe. Em bê xwedî man."

Bi zorê li gel tiyê wê hat zewicandin

Sara ya ku hîna 12 salî hatî zewicandin paşê jiyana xwe wiha tîne ziman: "Min tiştek nedizanî ez bi zorê zewicandim. Ez wê demê zarok bûm, min tiştek nedizanî. Min ji xesiya xwe zilim dît. Di 17 saliyê de ez ducanî bûm, hevserê min çu leşkeriyê. Min ew zarok anî dinê û paşê zaroka min mir. Paşê hevserê min ji leşkeriyê hat. 3 zarokên min çêbûn. Hevserê min ajokarbû, hîna keça min ya biçuk 6 mehîbû hevserê min ji aliyê dewletê ve hat qetikirin. Piştî qetilkirina hevserê xwe şîrê min qediya, xesiya min şîr dida zaroka min ya 6 mehî. Piştî çend mehan xwestin min bi tiyê min re bizewicînin. Min ne pejirand, ez giriyam, min çî kir kesê ez guhdar nekirim. Bi şidet û lêdanê ez bi tiyê min re zewicandim. Tiyê min zewicîbû, ji bo min her tişt ji wê û şun de despêkir. Min dibe ku di windakirina hevserê xwe de jî ewqas êş ne kişabe. Ji tiyê min jî 2 zarokên min çêbûn. Lê ticarî min ji wî hes nekir."

'Bi erdheja Lîcê re jiyana me ser û bin bû'

Sara axînek kişand û got: "Piştî erdheja Lîcê 20 sal derbasbûn. Heger rojekê jiyanek me ya normal hebe ew jî bi erdheja Lîcê re çu. Jiyana me ser û bin bû. Di erdhejê de neviyek min û gelek xizmên me jiyana xwe jidest dan. Paşê em ketin ser rêya koçberiyê. Em çun Amedê. Me rojên gelek zor derbas kirin. Ez ji mala tiyê xwe yê ku bi zorê pêre hatîm zewicandin cuda bûm, min mala xwe bir mala lawikê xwe û paşê min li mala kurê xwe jiyana xwe berdewam kir. Dema ku ez bi tiyê xwe re hatim zewicandin qet kêfxweş nebûm û min ticarî ji wî hez nekir. Li hember wî her dem kîn û nefreta min hebû."

Piştî 20 salan vegeriya axa xwe ya jê dur mayî

Sara ya piştî 20 salan vegeriya Lîcê û wiha axaftina xwe domand: "Piştî 20 salan li Amedê min di mala lawê xwe yê biçuk de jiyan kir cardin min xwest vegerim axa ku ez li ser hatîm dinê û mezin bûyîm Lîcê. Keçek û kurek min li vêderê dijîn. Her çendî ez ne şanaz bim jî li ser axa ku ez lê hatîm dinê û mezin bûyîm jinan kirin min şanaz dike. Ez her dem ji bo xwe dibêjim 'Ez diya kul û derdanim'. Ez ticarî şanaz û kêfxweş nebûm."

(zt)