Li Kantona Cizîrê Jin parastina cewherî pêşdixin

09:17

Sosin Xanê/JINHA

RIMÊLAN - Li hemû deverên Kantona Cizîrê perwerda parastina cewherî tê dayîn. Weke her deverê li hemû taxên Rimêlan û Girikê Legê jî dewreyên perwerda parastina cewherî tê dayîna jinan. Jinên nava perwerdê diyar kirin ku parastina cewherî ji bo wan ji her tiştî girtingtire û gotin: "Ji bo ku em parastina xwe û axa xwe bikin divê em bên perwerdekirin."

Li hemû deverên Kantona Cizîrê ya Rojava perwerdên parastina cewherî tê dayîna hemû kesê. Di perwerdê de jinên ji her temenî, her netewe û baweriyên cuda tên dîtin. Di dewreya perwerdê ya vê hefteyê de ji 50 perwerdêran 10 jinin. Jinên kurd, ereb û suriyanî bi hev re di heman dewreya perwerdê de dicivin û hîn dibin. Di serî de jin hemû welatî perwerda parastina cewherî weke mercek sereke yê jiyanê dibînin û bi giştî tevlî dibin. Ji ber di şoreşa Rojava de pir baş pêdiviya bi perwerda parastina cewherî derket ber çavan. Ji bo parastina axa xwe her kes xwe di çeperan de asê dikin û li ber xwe didin. Ji ber wê jî parastin ji her tiştî giringtir dibînin û bi wê baldariyê beşdar dibin.

'Ji bo parastina xwe û axa xwe parastina cewherî giringe'

Ji jinên beşdarî dewra perwerda parastina cewheri ya vê heftê dibe Edla Elî ye. Edla diyar kir ku niha ya herî pêwîst ji bo wan parastina cewheriye, ji bo ew parastina xwe û axa xwe bikin divê bên perwerde kirin û wiha domand: "Ez dibiniya Rêxistina Yekîtiya Star de beşdarî vê perwerdê bûme. Ji bo em karibin parstina xwe, mal û welatê xwe bikin ya herî ji bo me pêwîst ev perwerde ye. Ji bo em jî karibin li kêleka YPG û YPJ'ê bisekinin û di eniyan de cîh bigirin divê despêkê em xwe perwerde bikin."

Jina bi xwe ereb ya bi navê Newara jî destnîşan kir ku parastin ji bo wan ji her tiştî giringtire û wiha berdewam kir: "Ji bo ku ez bikaribim parastina xwe, mal û axa xwe bikim beşdarî vê perwerdê bûme. Ji ber em di nava şer denin û dibînin dema ku mirov nezane çekê bixebitîne bê parastin dimîne. Ji xwe YPG û YPJ parastina me dike, lê ji bo ku em jî li kêleka wan di eniyan de cîh bigirin, parastina xwe û axa xwe bikin ji her tiştî zêdetir pêwîstiya me bi hînbûna çekan heye. Ji ber pêwîstiya demê niha hînbûna çekane. Em ne tenê hînî çekan dibin di her qadên jiyanê de xwe perwrede dikin."

Esma Elî jî bilêv kir ku ew bi armanca parastina xwe û axa xwe beşdarî perwerda parastina cewherî dibin û wiha dom kir: "Ji ber rêxistina me ya parastina cewherî di nava her tax û semtan de heye. Me di her warî de xwe li her deverê bi rêxistin kiriye. Perwreda parastina cewherî jî ser vî bingehî tê dayîn. Xwe perwerde kirin di heman demê de xwe rêxistin kirine. Ji bo em ji tiştekê kêm nemînin em beşdarî hemû perwredan dibin û hînî her tiştî dibin. Ji ber pêdiviyên şoreşê piralîne û divê em di her aliyî de perwerdekirîbin."

(zt)