Mîrasa dayika xwe didomîne
10:31
Têkoşîn Tekîn/JINHA
AMED - Remziye Kaplan a 50'î salî li gundê Kuldoken ya Dîcle yê, di baxçeyê mala xwede tezgah merş û mafûran vekiriye û bi vî awayî çanda xwe dide jiyan kirin. Mahfûrên renga reng yên ku Remziye bi kedek mezin bi destê xwe dihûne û datîne ser dezgehê ku navê wê kiriye Çûmûk û dibêje: "Ez bi vî karî çanda dayika xwe didim jiyan kirin û li aliyê din, debara xwe dikim."
Jina Kurd bi çanda xwe û hûnerên destan heya roja îro li berxwe daye. Lê belê ji ber êrîşê pergala desthilatiyê ya li ser çanda jin, hûner bi demê re winda dibe. Çanda mehfûr ango kilîm yek ji hûnerên destan ya herî bi zehmete. Ji hiriyê sewalan dezî çêkirin, piştre rengên cuda dayîna wan deziyan û her wiha bi miha xebatê çêkirina mahfûran mirov bi neqş û afrînerên xwe ya hûnerî pêktînin. Li gundê Kuldoken ya navçeya Dîcleya Amedê jina bi navê Remziye Kaplana 50'î salî tezgeha ku ji dayika wê jêre maye, di baxçeya mala xwede dide xebitandin. Remziye bi kedek mezin mahfûr ango kilîmê bi destê xwe dihûne û ji bo ku pêşî li xerç kirina zêde bigre, cilên rês yên kevin jî vedike û ji bo karê xwe sûd jê werdigre.
'Çand û hûnera destan nemaye'
Remziye behsa çanda demên derbasbuy kir û wiha got: "Ez vî karî ji dayika xwe fêrbûm. Salên burî karê mehfûr çêkirin gelek bi qîmet bû. Kes nediçû û ji derve mehfûr û merşan ne distand bi xwe çêdikirin. Her kes di nava pêşbirkek de bû ku bikaribe ya herî baş û xweşik çêbike. Ji bo bûk û zava her di nava cihêzê wan de hûnerên dest hebûn. Lê belê niha hemû kar, di karxaneyan de tê meşandin, ev yek mirovan ji çanda wan dur dixe. Bi vê tezgehê re hem ez mîrasa ji dayika min maye didomînim, hem jî debara xwe a aborî bi rêve dibim."
(rc)