Li Rimêla Mala Zarokên Sêwî dê were vekirin
09:37
Roksen Efrîn/JINHA
QAMÎŞLO- Desteya Jin li Kantona Cizîrê ragihand ku ewê cara yekemîn li Rojavayê Kurdistanê di 12'ê Gulanê de li bajarê Rimêlan mala zarokên sêwî bê vekirine.
Bi pêşengtiya Desteya Jin û buroya parastina zarokan wê cara yekemîn li bajarê Rimêlan ê kantona Cizîrê mala zarokên sêwî bê vekirine. Derbarê vê mijarê de Rêvebera Buroya Parastina Zarokan Selma Ismaîl axivî û wiha got: ''Zarokên ku li vê navendê bên qebûl kirin li gorî hinek zagonê ku me amede kirine.
Zagonên hatine diyarkirin wihane;
*Ji zarokên ku temenê wan bi çûk heya temenê 18 salî dê werin girtin.
*Parastina mafê zarokan û peydakirina hemû pêdiviyên wan .
*Zarokê ku malbatê wan tune be.
Selma anî ziman ku Ew mal wê di bin çavdêriya kadroyên ku di warê xwedî kirina zarok û fêrkirinê wan de pispor bê birêvebirin û got: ''Banga me ji bo hemû saziyên ku mafê zarokan diparêzin piştgiriyê bidin. Em bi hev re nifşekî nû avabikin."
(rc)