Jinên Hesekê ji bo şervanên YPG û YPJ'ê xwarinê amade dikin

14:32

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Bi pêşengiya Yeketiya Star bi dehan jinên bajarê Hesekê ji bo şervanên YPG/YPJ'ê yên li eniya şer xwarin amade dikin.

Li Rojava her kes di nava kar û xebarên parastina axa xwe û avakirina xweseriyê denin. Rêxistina Yeketiya Star li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê ji bo pêkanîna erkê xwe yê dildarî û piştgirî dana şervanên YPG/YPJ yên li eniya şer bi jinên bajêr re xwarinê amade dikin. Jinên ku cihê xwe di nava karê çêkirina xwarinê de girtin û kar dikin diyar kirin ku ji ber ew jî tevlî nava kar dibin gelek şanazin. Jinan dan zanîn ku erka parastin û xwedîderketina li axa xwe ya her kesê ye ji ber wê jî dema ku ew jî karê dikeve ser milê wan dikin xwe şanaz hîs dikin.

'Her kes li gorî erk û berpirsiyariya xwe parastina axa xwe dike'

Ji jinên xwarinê amade dikin Heyfa Mûsa wiha axivî: ''Me dest bi hemleya amedekirina xwarinê ji bo şervanên YPG û YPJ'ê kiriye. Em ji vê sibehê de xwarinê amede dikin. Em bi amedekirina xwarinê piştkiriya şervanên YPG û YPJ'ê dikin. Ji ber ku yên îro parastina me li hember dijmin dike ew in. Jin her rola xwe ya çalak pêkdanî, vaye îro jî dîsa bi piştgirî û bilindkirina morala şervanan rola xwe pêktîne.''

Endama Yeketiya Star Hediya Mihemed jî anî ziman ku jin di nava hemû sazumaniyan de cîh digirin, her yek li gora xwe û karê dikare bike, hinek li eniyên şer, hinek li derdora bajaran parastinê dikin, hinek xwarinê amade dikin bi vî awayî her kes li gorî erk û berpirsyariya xwe cîhê xwe di şoreş û parastinê de digirin û wiha berdewam kir: ''Em li vir xwarinê amede dikin û em her serkeftinê ji bo şervanan dixwazin. Ne tenê jina di çeperan de jina berxwedêr û tekoşere, her jineke ku îro ji bo vê şoreşê kar dike û ji bo bidestxistina azadiya xwe tekoşîn dike ew jineke tekoşere û her em e berxwedêr bin di her warî de.''

Jinên hemû saziyên bajarê Hesekê di amedekirina xwarinê de amadebûn. Endama Saziyên Civaka Sivîl Nisrîn Ehmed balkişand ser berxwedaniya jin û wiha got: ''Jina ku îro nikare çek hilgire di warê bilindkirina moral û tekoşînê de xebatê dike amedekirina xwarinê jî li ser vî esasî ye.''

(zt)