Li Ferqînê jin buharê xweş dike
12:27
Bêrîtan Canozer/JINHA
AMED - Fatma Dogen ya ku bi xwezayê ve girêdayî fêrî qelabalix û betona bajêr nebûye, jiyana xwe bi mijulbûna baxçe re xweşik dike. Fatma bi kêfxweşî û heskirinek mezin hatina buharê pêşwazî dike û li kêleka mala xwe baxçe diçîne. Her wiha zebzeyên ku ji baxçê derdikeve li bazarê difroşe û debara xwe bi wê dike.
Li taxa Tekel ya Navçeya Ferqîna Amedê bi hatina buharê re xebatên baxçe çandin despêdike. Jinên ku bi xwezayê re mijûl dibin ji bo amedekiriyên demê pêş di nava erdên baxçê de dixebitin. Bi heskirinek mezin jin berê xwe didin nava erdên baxçê, despêk paqij dikin piştre dikolin û pêre qenalên avê vedikin. Her çiqas ev xebat zehmetiyê wê hebin jî, lê ji ber ku jinan bi heskirina mezin diçin ser kar, cihê westandinê, bi coş nêzdibin û bi baldariyek mezin berhemên çandine dişopînin. Jinên ku bi zorê neçar hatine hêştin ku ji gund koçî Ferqînê bikin diyar kirin ku, ew bi vî awayî girêdanbûna xwe ya bi axê re didomînin. Her wiha jinan daxweza bazarek ku bikaribin berhemê xwe lê bifroşin û sûdê jê bigrin çêbe.
'Baxçeya me weke zarokê mine'
Fatma Dongel ya (50) salî heskirin û coşa xwe ya li hember xweza û baxçê wiha tîne ziman, "Baxçeya me weke zarokê mine." Fatma axivî û got: "Dema ku li mal dimînim bêhna min teng dibe û sebra min nayê. Ji ber vê yekê sere sibê dema ku radibim û têm nava baxçê de gelek kêfa baş dibe. Berê her derê min dêşiya, lê piştî ku min dest bi karê çandiniyê kir ew êşê min sivikbûn." Fatma behsa bêrîkirina xwe ji gund re kir û got: "Dema ku em li gund nexweşî çiye me nedizanî. Em her roj di nav xweza, zevî û baxçeyên xwede bûn. Tiştên ku me dixwar û vedixwar hemû bi tenduristîbû û paqij bû. Lê niha ji avê ku ez vedixwim guman dikim. Li derdora me êdî cihên şîn nemaye, em berê xwe didin kuderê karê înşatê û parqên ku ji betonê hatiye çêkirin dibinin. Ji bo ku zarokên me cihên şîn bibînin û pêla axê bikin, rojê ku hewa xweş be em diçin nava erdan seyranê dikin."
'Em bazar dixwezin'
fatam ya ku bi hatina buharê kêfxweşe û bi kedê xwe hewil dide berhem avabike û debara xwe bike, da zanîn ku ew bazarek dixwezin ku bikaribin berhemên xwe lê bifroşin. Fatma daxweza bazarê jin were avakirin kir û wiha got di dawî de: " Bi kedên mezin hemû berhemên me bi xwezayî tê berhevkirin. Di bajaran de ez ne bawarim ku berhemên wisa xwezayê werin peyda kirin. Ev bi kedê jin û şiyarbuna wê a li hember xwezayê dide diyar kirin. Tenê berhemên ku em lê bifroşin têde zehmetî dikêşin. Ji bo jinan bazarek eger were avakirin hem emê kêfxweşbin hem jî kesên bistînin dê ji berhemê me memnûn bin."
(rc)