Ji bo zarokên xwe bi zehmetiyên jiyanê re têdikoşe
09:55
Dîdem Elî/JINHA
SERÊKANIYÊ - Jina bi navê Fatma Mihemed ji bo ku zarokên xwe xwedî bike, hem xebatê dirûnê dike hem jî sewalan xwedî dike.
Fatma Mihemed Xalid ya 60 salî tevî 7 zarokên xwe yên jin li bajarê Serêkaniyê di nava şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomîne. Fatma li hember hemû zehmetiyên jiyanê ji bo ku ser piyan bimîne û debara zerokên xwe bike di nava kedek mezin de ye. Ji ber hevserê wê nesaxe bi tenê xwe berpirsyartiya malbatê hildaye ser milên xwe. Tevî alîkariya zarokên xwe hem bi dirutina cilan hem jî bi sewal xwedî kirine ve debara xwe dikin.
'Tevî zarokên xwe em têkoşîna jiyana zehmet didin'
Fatma di axaftina xwede behse zehmetiyên ku dijî kir û wiha got: "Ez her karî dikim ji bona ku zarokên xwe xwedî bikim. Hem dirûnê cilan û hem jî sewalan xwedî dikim ji bo debara malbatê. Bi van karan re zarok xwedî kirin û hemû karê mal re mijûl bûn zehmetî dide min. Hevserê min nexweşiya dil pêre heye nikare karbike ji ber vê yekê berpirsyartiya mal hemû li ser milê mine. Zarokên min piştî hindek mazin bûn ew jî alîkariyê didin min. Dema zarok biçûkbûn debar jî zehmet bû tenê sewal xwedî kirin têra debara me ne dikir Ji ber vê yekê berî 15 salan min dest bi dirûna cilan kir û wisan em debara xwe bi herdû karan dikin. Li beramberî hemû zehmetiyên jiyanê jî ez dema ku sûdê kedê xwe dibînim gelek kêfxweş dibim. Bi tenê serê xwe hêz anîn ne hêsane lê dema mirov vê hêzê di xwede avadike xweşikbûna jiyanê jî zêde dibe."
'Hêza YPJ'ê hêza jina ye'
Fatma her wiha diyar kir ku zehmetiyên ew jiyan kiriye ne xwestiye ku zarokê wê jî bijîn û ew zaroka xwe rêkiriye nava şervanên YPJ'ê û wiha dom kir: " Li hember hemû zor û zehmetiyên ku min jiyan kiriye naxwezim zarokê min jî jiyan bikin. Ji ber vê yekê xilasiya jin bi rêxistina jinan û bi pêşengtiya şervanên YPJ'ê dê pêkwere. Bi vê zanistiyê ve min zaroka xwe şand nava hêzên YPJ'ê. Ji ber YPJ'e mafê jinan diparêze û têkoşîna jiyana netewî dide."
(rc)