Hêviya demsala Romanan Hıdırellez...
10:25
Ceren Karlıdağ/ JINHA
İZMİR - Ji cejnên sembolên hatina buharê Hidirellez îsal tayîbetî ji aliyê welatiyên Roman ve rastî kelecanek mezin tê pêşewazîkirin. Jinên Roman diyar kirin ku Cejna Hidirellez ji bo wan hêviyê tîne û gotin: "Roja her em şanaz roja Hidirellez e."
Welatiyên Roman weke her salê amadekariyên Cejna Hidirellez ya ku yek ji baweriyên dîrokiyên herî kevnareye dikin. Welatiyên Roman di 5 - 6'ê Gulanê de hêviyên xwe bi şev bi darên gulan ve girêdidin, li derdora agirek mezin dansê dikin û seryrangehên weke pîrozbahiyan dikin. Bi giştî welatiyên Roman bi kelecanek mezin lêxwedî derdikevin. Îsal ji derveyî organîzasyona Fuara Îzmîrê dê li taxên weke Tarlabaşi, Dogançay û Tepecik ê taxên herî zêde Roman lêdijîn pîrozbahî bên kirin.
'Dê derê hêviyan vebe'
Ebru Kaptan ya ku bi gulvaniyê debara xwe dike da zanîn ku we Hidirellez weke sembola hêviyên xwe dibînine. Ebru destnîşan kir ku ew hêviyên xwe dixin firaxek sifir û wiha domand: "Em hêviyên xwe dixwazin. Serêsibê her kes firaxa xwe ya sifir tînin di hindirê wê de gustîl, guhar, pere û mani hene. Em paşê jî cejnê bi seyîrangihek mezin pîroz dikin."
'Ev kevneşopiyek ji pêşiyên me manye'
Gulperî Kar ya ku li Taxa Menemen ya Romenan dijî jî got: "Em di hindirê pelê pêçayî de jî peran didanin. Ev jî tê wateya yê di nava wan pelan de pere dît dê dewlemend bibe. Em li wê heya êvaran dilîzin. Ev kevneşopiyek ji pêşiyên me mayiye. Em hewl didin ku vê çandê bidin berdewam kirin. Di sala derbasbûyî de neviyê min destê xwe da manqela agir û destê wê şewitî. Ez di wê cejnê de xemgînbûm. Lê di hemû cejnên salên dinên de ez gelek şanaz bûme."
'Ez dixwazim her kes şanaz be'
Turkan Hepişler ya li Taxa Tepecik ê dijî jî cejna Hidirellez ê wiha vegot: "Di cejnê de li hemû aliyên taxê agir pêdikeve, her kes kincên xwe yên herî bedew li xwe dikin, muzîk pêdikeve û li ber agir her kes dans dike. Hindî tê bîra min ez beşdarî pîrozbahiyan dibim. Em dixwazin bi aramî bijîn. Em Roman carnan gelek şer dikin. Ez dixwazim her kes şanazbin." Turkan wêneyek yê xwe yê dema zarok beşdarî Cejna Hidirellez bûyî hîna li gel xwe digire.
(zt)