Li Antalyayê taxa Şirnexiyan hildiweşînin vedigerînin betonê
09:53
Helin Yıldırım/JINHA
ANTALYA - Taxa Şafak ya Antalyayê ji ber koçberiyên tayîbetî di salên 1990'an de çêbûyî welatiyên ji deverên cuda hatin li taxê bicîh bûne. Tax bi navê Şirnex tê zanîn. Taxa ku têkiliyên xwezayî û cîraniyê lê kêm nabe, niha jî bi navê 'Vegera bajar' tê xirakirin û li cihê wê bîna tên danîn. Welatiyên taxê dibêjin: "Bîna ji bo me mîna girtîheyê tên. Ji bo zêdebûna newekheviyî û bişaftinê me ji hev diqetînin."
Li Taxa Şafak ya Semta Gecekondu ya Antalyayê ku têde zêdetir kurd dijîn bi tayîbetî jî di salên 1990'an de bi hilweşîna gundan û koçên zêder re hat avakirin. Antalya a weke Şirnex tê zanîn têkiliyên civakî li taxa Şafak gelek li pêşin, ev demeke êdî tama ew têkiliyên cîraniyê û şêweyê jiyanê nemaye. Ji ber bi navê "vegera bajar" malên yek qat hildiweşînin û li cihê wan bînayên ji çîmento çêdikin welatiyên semtê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Taxa ku mal bi mal hildiweşînin tayîbetî jî jin naxwazin ji semta xwe derkevin. Zarokên ku di nava kolanan de jî dilîstin naxwazin bikevin hindirê bînayan û cihê lîstokên wan bên kêm kirin.
'Heger gelê kurd bibana yek dê dawiya me wiha nebana'
Konar Ergin ya ji Dêrsimê ku 27 salin li Taxa Şafak dijî jî di nava jinên ku malên wan tên hilweşandin û li cihê wê bînayên çimento çêdikin dene wiha dibêje: "Gelo ma mirov vî baxçê minê bedew dihêle û diçe? Ez ketina nava bînayan ji bo xwe weke girtîgehê dibînim. Her ku tê bîra min ez li vê taxê dijîm. Ev 2 mehin em di dawîran de rundinin, wekedinê hemû jiyana min li vê taxê derbasbûye. Navbera me û cîranên me jî her wiha gelek xweşbû. Ji bo ku malbatên kurdan belavbikin taxa me xirakirin. Em di welatek wiha de dijîn. Heger gelê kurd yekbana dê dawiya me wiha nebana. Ji bo newekheviyê û pêşdebirina bişaftinê me ji cihê me derdixin."
'Ez ji HDP'ê wekhevî dixwazim'
Sevgi Aksak ya 18 salî jî anî ziman ku di aliyê madî de çî daye ne daye taxê nizane, lê tenê tiştekê dizane di aliyê manewî de ew gelek ketiye û wiha domand: "Em vê hizurê di bînayan de nikarin bibînin. Malbatên em hînî hev bûne û dostên me hene bi salane em li vê taxê dijîn. Em li vê taxê mezin bûn. Di bînayan de dema ku em bixwazin nikarin derkevin derê. Ji xwe şaredarî ti lêçunê li vanderan nakin. Dema ku parlementerên HDP'ê ji vê derê derkevin em ji wan dixwazin weke nava bajêr giringiyê bidin van deveran jî. Ez herî zêde jî wekheviyê dixwazim."
'Gelo dinava bînayan de dê jiyan derbasbibe?'
Zahide Ceylan ya 67 salî ku ji dema hevserê wê jiyana xwe ji dest daye heya niha bi tena serê xwe di odeyek ya li hemban taxê de dijî jî got: "Ez naxwazim di bînayan de bijîm. Di wan deran de bi her awayî qirêjî heye. Ji ber dê mala min hilweşînin ji min kirayê dixwazin ez jî nadim. Di dawiyê de ji neçarî min pejirand ez çî bikim? Gelo di nava bînayan de dê jiyan derbasbibe?
'Zarokên min bi rehetî di nava kolanan de dilîzin'
Remziye ceylan ya 14 salin li heman taxê dijî jî bilêv kir ku niha zarokên wan bi rehetî di nava kolana de dilîzin, lê dema ku derbazî bînayan bibin dê jiyan ji bo wan jî zor bibe û wiha dom kir: "Zarok bi qasî dixwazin li nava kolanan dilîzin, lê di bînayan de wiha nabe. Dê ji neçarî hînî wê jiyanê bibin. Ji xwe kolanên me jî pir qirêj, nedihatin paqişkirin, zarok di nava malên xirabe de dilîstin, lê diyare ev jî ji bo me zêde dîtin taxa me hilweşandin. Erê li taxa me nanêrin, lê em neçun me negon emê ji vêderê biçin, me telebek wiha nekiriye. Ez ji bo namzetên jin yên nava HDP'ê de jî dibêjim jin derdê jinan dizanin. Pêşeroja me ewin divê ew jî me ji bîr nekin."
(zt)