42 jinên beşdarî qûrsê avjeniyê bûn bawarname girtin

12:33

JINHA

AMED - Jinên ku li Mala Leystukên Zarokan ya Solîn a girêdayî Şaredariya Rezan qûrsa avjeniyê didîtin qirsa wan bi dawî hat. Ji 42 jin re bawarname hat dayîn.

Xebatên werzîş û aktîvîteyên civakî ya ku di bunya Şaredariya Baglarê de li Mala Leystukên Zarokan ya Solîn li kêleka zarokan jin jî tevî van xebatan dibin. Li Solînê 42 jinên ku beşdarî qûrsa avjeniyê bibûn, bi meresîmek bewarnameyên xwe girtin. Li gel jinên ku qûrsa xwe bi dawî kirine, hevşaredara Baglarê Bîrsen Kaya Akat, cigirê hevşaredarê Baglarê Nevriye Çur, Mûdura Xizmetên Malbat û Jin Gûlfer Çoşkun, Rêvebirên Mala Leystukên Zarokan ya Solîn û mamosteyên avjeniyê jî beşdarî meresîmê bûn. Yek ji jinên ku beşdarî qûrsa avjeniyê bibû diyar kir ku, her çiqas temenê wê mezin be jî ew gelek baş fêrî avjeniyê bûye û wiha got: " Ez bawerim ku dikarim êdî di nava derya yê de jî melevantî bikim. Her kesên ku kedê wan li ber me çêbûn spas dikim."

'Ji bo jinan emê carek din qûrsên avjeniyê vekin'

Mamoste û hînkera avjeniyê Mizgîn Oner diyar kir ku ew du mehin li Mala Leystukên Zarokan ya Solîn ew perwerde didin jinan, li hember vê yekê daxweza jinan jî gelek bi hêzbû. Her wiha Mizgîn destnîşan kir ku, gelek jinên tevlî vê qûrsê bibûn pirsgirêkên wan ya tendûristiyê hebû, lê bi vê perwerdeya avjeniyê re hindek din tendûristiya wan başbûye û ji bo jinan emê carek din qûrsên avjeniyê vekin. Mizgîn di berdewamiya axaftina xwede bi lêvkir ku, ew gelek ji vê xebatê kêfxweş bûye. Hevşaredara Baglarê Bîrsen Kaya Akat, da zanîn ku, armanca vê xebatê, gelek jinên ku demê xwe li mal derbas dikin, wan ji wê rewşê rizgar bikin û hînê tiştek din bikin ku feydeyê bide wan û wiha dawî li gotina xwe anî: " Heyan derfetên me hebin emê xebatên bi vî awayî bidomînin û pêşxin."

Piştî axaftinê ji 42 jinên ku beşdarî qûrsa avjeniyê bibûn bewarname hate dayîn.

(rc)