Di ruyê şahida jiyana 105 salan de xêzên kur

13:08

Beritan Canözer/JINHA

AMED - Vahîde Kayara 105 salî bûye şahîdê gelek şeran û di tevahiya jiyana xwede çar demên zehmet derbas kiriye. Vahîde, bûyera darvekirina Şêx Saîd ya li Amedê jî tê bîra wê û wiha got: "Dema Şeyh Saîd hate darvekirin, sê car benê sêdarê qetiya. Piştre yek ji xizmên Şêx Saîd bi deste xwe axê di reşand ser çavên gelê li wir da ku kes darvekirina Şêx Saîd nebine. Lê Şêx Saîd wî da rawastandin û got 'Heger mirin bê xwestin û ev qedera min be ezê bijîm' û piştî van gotinan çû şehadetê."

Vahîbe Kayar di sala 1910'de li gundekî ya Amedê hatiye dine û di jiyana xwe ya dûv û dirêj de bi awayek zindî bûye şahîdên bûyerên dîrokê. Vahîbe piştî salên dûv û dirêj ji gund berê xwe dide Navçeya Sura Amedê û li wir bi cih dibe. Vahîbe ya ku niha jî li navçeya Surê bi zar û neviyên xwe re dijî, ji mirov û bûyerên ku jiyaye gelek êş dîtiye. Vahîbe ji bilî hevser û zêtî yê xwe, hemû xizmên xwe di şerande winda kiriye û bûye şahîdê çar demên zehmet. Vahîbe behsa zorahiya jiyanê kir û wiha got: "Me pariyek nan neditît em bixwin. Çi dihate ber mirovan neçar diman ku bixwin,ji ber tu tişt tunebû. Di wan deman de êdî ji tinebûnê me goştê hespan dixwar.". Vahîbe her çiqas zehmetî di warê bûyerên ku jiyaye bîne bîra xwe dikêşe jî lê ew bi hebûna xwe dîrokek zîndi ye .

'Ji bona ku em vergî nedin me riyên xwe bi xwe çêkir'

Vahîbe,ji ber temênê xwe ya dirêj gelek tişt nayê bîra wê. Lê belê bi qasî ku hate bîra wê ji mere çend bîranîn xwe parvekirin. Vahîbe bîranînek xwe wiha bi mere parve kir: " Demên borî em jin û mêr ji bo ku em vergi yê nedin me riyê xwe bi xwe çêdikir. Vergî dayîn hêza me derbas dikir me ne dikarî em bidin. Di dema zaroktiya min de rihê hevaltî,dostanî û cîrantî gelek bi hêz bû. Bûyerek li gundek din çêba ango mirovek nexweş ketiba, em li hev kom dibûn û diçûn zîyaretê,berpirsyartiya mirovahî bi hêz bû li hev pirsîn hebû. Lê niha cîrana kêleka me bimre em piştî mehek pê dihesin. Heskirin û rêzdayîn li hember hev nemaye. Hevserê min 3 sal leşkertî kir,di wan deman de min gelek zehmetî kêşand,lê di heman demê de min tiştên xweş jî dîtin û jiyan kir.".

'Ez bûm şahîda bûyera darvekirina Şeyh Saîd'

Vahibe ya ku di 29'ê Hezîrana sala 1925'an de Şêx Saîd li Amedê dardekirî bibîr xist û cewhera wê rojê hatî jiyan kirin wiha anî ziman: "Dema ku Şêx Saîd dardekirin sê caran benê xistin situyê wî qetiye. Paşê jî yek ji xizmên Şêx Saîd rabû destê xwe da axê û avêt ser çavê wan welatiyên li wê, ji bo ku Şêx Saîd bireve û kes nebîne. Şêx Saîd ew da sekinandin û got: 'Heger mirin bê xwestin û ev qedera mine ezê bijîm.' Piştî van gotinan gihişt şihadetê."

(rc/zt)