Aygul bi salona xwe ya taştê hişmendiya zayend perest şikand

09:31

Vildan Atmaca/JINHA

WAN - Berî deh salan cara yekem li Ercîşê Aygul Akan Bute salona taştê vekiriye. Aygul da zanîn ku ew bawariyê daye hêza xwe û wiha got: "Tu caran min xwe di bin bandoriya tiştek da ne hêla. Di riya raste çûm. Ji ber vê yekê hemû nêzikatî û nêrînên li hember kesayeta xwe min gûhart."

Gelek jin di civakê de hişmendi desthilatariya mêr napejrîne û li hember vê yekê berxwedide û ser piyan disekine.Yek ji van jinan Aygul Akan Bute ye. Berî deh salan berê xwe dide Navçeya Ercîşa Wanê. Li wir cihê kar vedike,derfetên aborî bi hêza xwe avadike.Aygul diyar kir ku pêwîste hemû ji bi hêza xwe ya cewherî bawer be û tû caran xwe nespêrin hêza mêr.

Li Ercîşê ya destpêk bi ser xist

Aygul da zanîn ku ew bi salane hetiye li Ercîşê cihê taştê vekiriye û wiha dom da gotina xwe: "Berî vêderê li navenda bajêr ya Wanê min cih vekiribû. Piştre min bihîst ku li Ercîşê cihek bi vî rengî tûneye. Navçeya Ercîşê jî gelek qelebalixe û hêjmara nufusê wê zêdeye. Min jî xwest ez cihek destpêk li vir vekim û min salona taştê vekir. Ji ber cihek destpêk bû di heman demê de xebatkara yekem jî ez bûm. "Her wiha Aygul diyar kir ku dema ew nû dest bi kar kiriye rastî gelek zehmetiyan hatiye û got: "Ez li cihê kar hem bi xwerinê re hem jî bi aboriya cih re mijûl dibûm. Dema ku diçûm ji derve min tişt digirt her kes bi çavek cûda li min dinêrî û diçim kur çidikim meraq dikirin.Lê min tu caran xwe di bandoriya tiştek da ne hêla. Di riya raste çûm. Ji ber vê yekê hemû nêzikatî û nêrînên li hember min jî hatin gûhartin."

'Li beramberî hemû bandorî min bawariya xwe winda nekir'

Aygul dawî de bi lêv kir ku ew li beramberî hemû bandorî û tundiya civak û malbat li ser wê cardin bawariya xwe winda nekir. Aygul diyar kir ku pêwîste jin tu car xwe nespêrin hêza mêr û bikeve ferqa hêza xwe.Aygul da zanîn ku piştî ew salona taştê vekiriye gelek kes pê bandor bûye û li Navçeyê jî gelek salona taştê hatine vekirin. Aygul bal kişand ku êdî li Ercîşê gelek jin di nava karande cih digre û wiha dawî li gotina xwe anî: "Dema ku ez dibînim jinek ji hêza xwe bawere gelek kêfxweş dibim.Jin gelek bi hêze tenê wê biryarê ji dil bide ew pêşve diçe.Pêwîste tû bendewariya me ji mêr tûnebe. Dema jin bixweze tû hêz nikare li pêşiya wê rewaste."

(rc)