Li derdora Kelhê bi xwezayê re jiyan

09:25

JINHA

WAN - Bi hatina buharê re jin berê xwe didin derdora Kelaha Wanê, hem dem bi xwezayê re diborînin hem jî giyayên şîfayê berhev dikin.

Bi hatina buharê re xweza bi şînbûna xwe bereketa xwe jî ji mirovan re kêm nake. Gelek giyayên ku bi xwezayî xwe şîndibe û ji mirovan re dermanên şîfayê ne di heman demê de jî li ser sofreya Serhetiyan jî tû car kêm nabe. Di heman demê de piştî zivistana sar û dijwar û hatina buharê re, jinên Wanê yê ku ji xwezayê ne xerîbin,dest bi kom kirina pê qelaştûn,tûjtûjik,gezink û tûzikê kirin. Jinan bi avabûna rojê re berê xwe didin dora Kelha Wanê,hem demên xweş di nava xwezayê de diborînin hem jî giyayên şîfayê berhev dikin. Jinan diyar kirin ku wan giyayên ku ber hevdikin dikin xwerin û tamek gelek xweş dide xwerinê.

'Dema ku em giya berhev dikin serê me rihet dibe'

Azîz Yaşar diyar kir ku ew sibê radibin tevî zarokên xwe diçin û giya berhev dikin û wiha dom da gotinê xwe "Dema ku em ji malê derdikevin em xwerinê xwe jî bi xwe re dibin û diçin nava şînahiyê.Qadên ku em diçinê li wir gelek cureyên giyayan hene. Her cûreyek ya giyayê cûda em berhev dikin.Karekî zehmetiyê wê bê gûman heye lê belê bi xweza re jiyan kirin û faydeya ku xweza dide me em gelek hezdikin pê mijûl bin. Bi berhev kirina giyan re serê me jî gelek rihet dibe. Di heman demê de giyayên ku em berhev dikin em dikin xwerin jî. "

'Ji bona nexweşiyê jinan jî gelek başe'

Azîze bal kişand ser faydeyên giyayê Tûzikê û wiha berdewam kir "Giyayê tûzikê gelek bi faydeye her roj tê xwerin. Em pelê wan di nava saleteyê de bi kar tînin.Ya herî zêde faydeyê wê ji bo por heye û sindirima mirov jî hêsan dike. Di heman demê de ji bo gelek nexweşiyên jin jî başe. Dema em zarok diya me vê giyayê gelek bi me dida xwerin. Niha jî em sûdê wê dibînim."

(rt)