Li ser dezgahê heber hişmendiya mêran tekoşîn
09:35
Filiz Zeyrek /JINHA
EDENE - Betul Acar ya ku 8 salin ser dezgaha kebabê ya çêkirî dixebite di heman demê de li hember pergala deshilatiya mêran ji bo pejirandina karkirina jinan têdikoşe.
Li Edeneyê Betul Acar ya 43 salî ku dezgaha kebabê vekiriye nêrîna mêran ya jin nikare di karê ji derve de bixebite de tine kiriye. Betul ya dayîka 4 zarokane 8 sal berê dest bi karê çêkirina kebaban kiriye, niha jî li hember Nexweşxana Welidandinê ya Jinan ya Edeneyê ku dikeve Taxa Doşemeyê ser dezgaha xwe karê xwe yê çêkirina kebaban berdewam dike. Betul diyar kir ku ew bi karê xwe li hember hişmendiya mêran ya ku weke jin nikarin ji derve bixebitin jî tekoşînê dikim.
'Ez rastî newekheviya pîşeyî hatim'
Betul da zanîn ku hevserê wê nexweşê dile û nikare bixebite. Betul anî ziman ku dema wê nû dest bi kar kiriye bertekên nerênî girtiye û wiha got: "Her çendî ku ji ber min karê xwe berdewam kir û di karê xwe de îsrar kir niha hinek hişmendiya mêran hatibe guherîn jî lê di salên despêkê de ji ber hişmendiya wan ya weke karê kebabê weke karê mêran dîtinê min gelek zorî kişand. Ev bertekên nerênî bi tama kebabên min yên nexweş bi dawî bû."
'Ez di nava nêrînên şaşwaz de karê xwe dikim'
Betul wiha dom kir: "Di nava nêrînên şaşwaz de ez karê xwe dikim. Tenê karê min bi xebata ser vê tezgahê na qede. Her serê sibê destêkê ez mala xwe pak dikim, pêdiviyên zarokên xwe tînim cîh û paşê dest bi kar dikim. Şev heya derengiya şevê dixebitim, diçim malê jî karê malê dikim, ji ber wê jî berpirsariya min girane."
(zt)