'Bi hêz û vîna xwe bawerbin'

10:28

Dîdem Elî/JINHA


SERÊKANÎYÊ - Necîme Mihemed ya ku piştî hevserê wê ji aliyê rejîma Baas ve hatî qetilkirin felsefa jiyanê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo xwe bingeh girtî bi hêza û vîna xwe bawer kir û ji bo dembara xwe dikanek biçuk ya li xwekirinê vekir. Necme diyar kir ku jin dikare di nava hemû navendên jiyanê de cîh bigirin, bang li hemû jinan kir û got: "Bi hêz û vîna xwe bawerbin."

Dayîka 4 zarokan Necme Mihemed ya 35 salî ku hevserê wê ji aliyê rejîma Baas ve hatî qetilkirin li bajarê Serêkaniyê yê Kantona Cizîrê dijî. Necme piştî windabûna hevserê xwe hewildide bi tena serê xwe li xwe û zarokên xwe binêre. Necme anî ziman ku ji bo debara xwe û zarokên xwe dikanek biçuk ya li xwe kirinê vedike û wiha domand: "Dema ku hevserê min diçe Şamê ji aliyê rejîma Baas ê ve hat girtin û piştî du mehan qetilkirin." Necme bilêv kir ku piştî qetilkirina hevserê xwe gelek zorî kişandiye û wiha berdewam kir: "Min cihê xebatê nedît. Hem xemgîniya wendakirina hevserê xwe û hem jî ji ber nebûna çavkaniya debara xwe min gelek rojên zor derbaskirin."

'Min felsefa Rêbertiyê bingeh girt'

Necme destnîşan kir ku wê felsefa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo jiyana xwe bingeh girtiye û wiha pêde çu: "Felsefa Rêbertiyê bi min re du şopên giring da çêkirin. Ya despêkê bi ked û vîna xwe xwe li ser lingan girtin, yan dinê jî bi felsefa Rêbertiyê jiyan kirin." Necme derbirî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di her qadên jiyanê de rola pêşengiyê daye jinê û wiha axaftina xwe dom kir: "Rêbertî bi rola pêşengiyê kirina jinan û di her karî de serketina wan bawer dike. Min jî ew felsefe ji bo xwe bingeh girt, hêz û vîna xwe xebitand û ji bo debara xwe dikana li xwe kirinê vekir. Ez bi vî awayî jiyana xwe û zarokên xwe bi rêve dibim."

'Em bi hêza xwe bawre bikin'

Necme bang li hemû jinan kir û got: "Min ev dikan vekir û xwe li jiyanê girt. Ez hem di xebitim û hem jî tekoşînê dikim. Em weke jin li benda ti kes bên me xilasbike nemînin. Em bi hêz, xebat û vîna xwe xwe li ser lingan bigirin û bi hêza xwe bawer bikin."

(zt)