28 Şengalî ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin

11:16


JINHA

ŞENGAL - Li gundekî girêdayî Şengalê 28 jin, keç û kalên Êzdî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de hatin rizgarkirin û gihiştin cihên bi ewle.

Çeteyên DAIŞ'ê roja 3'ê Tebaxa 2014'an Şengal û gelek navçeyên wê dagirkirin. Di encama dagirkirinê de bi hezaran jin û keçên Êzdiyan hatin revandin û bi hezaran kes jî hatin kuştin. Hat zanîn ku 28 jin, keç, zarok û kalên Êzdî yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn revandin, li gundê Herdan ê Şengalê gihiştin hêzên ewlehiyê û rizgar bûn. Li gor agahiyan ew welatî bi rêya du ereban hatine rizgarkirin û li Tilehfer girtîbûn. Niha kesên rizgarbûne, gihiştine cihên bi ewle yên di bin kontrola hêzên kurdî de.

(zt)