Di kolanên Dîlokê de zarokên mexdurên şer

09:20

JINHA

DILOK - Li Dîlokê her diçe hijmara zarokên şer zêde dibe. Her yek ji wan zarokan çîrokek wan ya cuda heye. Li gel hemû şertên zor zarok hewil didin xwe li jiyanê bigirin.

Ji ber şerê hindir yê Suriyê gelek welatî ji cîh û warên xwe koçbûn. Piraniya wan koçî Dîlokê kirine û şêniya wê du qat bûye. Firsatcî jî mexdurên şer bi muçeyên kêm dixebitînin. Kolanên Dîlokê ji zarokên tiştên biçuk yên weke av û gulan difiroşin û debara xwe dikin. Zarok ji serê sibê saet 06.30'an heya derengiya şevê dixebitin.

Her yek ji wan zarokan çîrokek wan jiyanê ya cuda heye

Hinek ji wan li cihên xirabûyî û kevin dijîn. Her yek ji wan çîrokek wan ya cuda heye. Zarokên li qampan dimînin nava hefteyê de li nava kolanên bajêr dimînin, dixebitin û dawiyê pereyên kom dikin didin malbata xwe. Zarok di şertên zor de dijîn. Daxwaza zarokên dixebitin yên temenê wan nava 7 - 17 saliyê de tenê daxwaza wan rawestandina şere.
Hîna 8 saliye

Î yê 8 salî ku gulan difiroşe wiha dibêje: "Ez diçim sefa 4'an ya dibistanê, niha gulan difiroşim."
Di 11 saliya xwe de berpirsyariya malê girtiye ser xwe
M yê 11 salî zarokê malê yê mezine di aliyê aboriyê de berpirsyariya malê daye ser milê xwe jî wiha axivî: "Serê sibê saet 6-7'an em dest bi karê xwe dikin heya 12-01'ê şevê diqede. Rojê bi qasî 30,40 lîreyan qazanc dikin."

Di konek yê nava bajar de 30 zarok dimînin

M û A yên 8 û 13 salî du birayên ji Suriyê hatine. Malbata wan li qampa Birocikê dimînin, ew her du jî li nava bajêr qaxedan difiroşin û li konek biçuk yê di hindirê parqekê de hatiye ve dan de dimînin. Rojên dawiya hefteyê pereyên qazanc dikin dibin didin diya xwe û cardin vedigerin Dîlokê. Her du bira ji bo jiyana xwe wiha dibêje: "Em 30 zarok di konek yê di parqa Şahinbey de hatî vekirin de dimînin. Banyo û taleta me nîne, em neçarin pêdiviyên xwe yan li mizgeftê tînin cîh yan jî li kampa penaberan. Em li benda rawestana şerin û dixwazin vegerin welatê xwe dibistana xwe berdewam bikin.

(Wêne: Piroz ZIRIG)

(zt)