Sara Aktaş derxistin Edliyeyê - HATE NÛKIRIN

STENBOL – Endama KJA'yê Sara Aktaş piştî karên fermî yên li emnyetê derxistin Edliyeya Çaglayana Stenbolê.

Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) a ku hatibû girtin, Sara Aktaş a li Stenbolê li balafirgehê hatibû binçavkirin piştî îfadeya wê ya li emniyetê sewqî edliyeya Çaglayana stenbolê hate kirin. Li ser dosyaya Aktaş biryara veşarîbûnê heye. Nûçeyên çapemeniya hewzê ya ku bi pasaporta sexte hatiye binçavkirin ji ber ku li ser Aktaş nasname û pasaporta wê derket derew derketin.