Girtiya nexweş Sîbel Çapraz dîsa nehat tahliyekirin

12:52

COLEMERG - Endama Meclisa Giştî ya Bajar a Colemêrgê Sîbel Çapraz ya ku di çalakiya dengderxistinê de birîndar bû ku bêyî dermankirina wê bê qedandin hat gitin, danaşîna 3'yêmîn ya doza jê dihat darizandin li Dadgeha Cezayê Giran ya Geverê hat dîtin. Sîbel di daneşîna ku hat krin de ji bo dermankirina xwe berdewam bike daxwaza tahliyekirinê kir. Lê heyeta dadgehê bi hinceta ku dê Sîbel bireve daxwaza wê red kir.

Sîbel ya ku bi pergala deng û dîmen (SEGBÎS) tevli danaşînê bû parezerên wê jî di daneşînê de amade bûn. Sîbel di îfadeya xwe de wiha got: " Kesên ku der barê min de îfade dane ez wan nas nakim û ew jî min nas nakin. Ez çima heta niha li vir hatime girtin? Xeteriya ku roviyên min bi heve bizeliqin heye. Ez dixwazim ku dermankirina xwe berdewam bikim û tahliyeya xwe dixwazim."

Parêzer Banu Guveren jî diyar kir ku wan ji dadgehê re bê hiquqiya teşhîskirina şahid îspat kirine, bertek nîşanî berdewamiya girtina Sîbel da û wiha berdewam kir: " Tişta ez têgihîştîm ew e ku ev dadgeh êdî ne ser bixwe ye û girêdayî tiştî ku Eminyet li ser ferz dike ye."

Her wiha ligel daxwaza tehliyekirinê ya Sîbel û parêzerên wê jî dîsa dadgehê bi hînceta ku dê Sîbel bireve daxwaza tehliyekirina wê red kir.