Ji bo polîsên ku Nîhat qetilkirin şertên herêmê û stres wekî hincet hatin nîşandan

15:45

ŞIRNEX - Dadgeha ku li doza 4 polîs û tîmê taybet M.N.G. ên ku zarokê bi navê Nîhat Kazanhan li Cîzîrê qetilkirin dinêre, di 11'ê Mijdarê de biryara xwe ya ji bo bi encambûna darizandinê da û hinceta kêm kirina cezayê bersûcan jî wekî 'şertên herêmê, tehrîk, stres û kesayetiya polîsan' nîşan da.

Li navçeya Cizîra Şirnexê di 14'ê Çileya 2015'an de zarokê bi navê Nîhat Kazanhan ê 12 salî ji aliyê polîsê bi navê M.N.G. be hat qetilkirin, dadgeha ku li dozê dinêre hinceta xwe ya derbarê dozê de aşkera kir. Heyetê di 10'emîn rûniştina dozê ya di 11'ê Mijdarê de li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin de ji ber "kuştina bi zanebûn" cezayê muhebetê dabû M.N.G. û piştre jî diyarkiribû ku bersûc di bin "tehrîkê" de sûc pêkaniye û ceza daxistibû 16 salan. Heyetê her wiha di pêvajoya darizandina bersûc de ji ber halê wî yê baş cezayê hatiye dayîn 1/6 wê daxist û ceza daxistibû 13 sal û 4 mehan.

Derbarê polîsên ku bê girtî dihatin darizandin O.Ç., U.I., G.T. û H.V. de jî di encama "peywirdarê civakê sûc ne ragihandiye" ji her yekê re 6 sal cezayê giertîgehê birîbû lê heyetê qenaet kir ku dê polîs carekdin sûcekî wiha nekin û hatibûn berdan.

Heyeta dadgehê, hinceta daxistina cezayê bersûc M.N.G. bi van hevokan parastibû: "…Kesê mijara gotinê di nava kesên ku kevir diavêtin wesayitên polîsan ên ku li ser rê re derbas dibûn bû, wê rojê li Cizîrê bi tevlîbûna hinek parlamenteran, çalakiyên ku stresa wê gelek bûn hebûn, dema em li grupa ku kesê mijara gotinê di nav de ye dinêrin dibînin kesên ku dibe her deqeyê bikevin nava çalakiyan de, em gihiştên wê qenaetê ku ji ber şertên herêmê yên tehrîk kirinê çalakî pêk aniye, di rêjeya mafan de jiber hetrîka bêmaf ceza hatiye daxistin."

Heyetê berdana 4 polîsan ên girtî de wiha got: "Dema em kesayetî û tevgerên bersûcan digirin ber çavan, dibînin ku dê carekdin tiştekî wiha nekin û ji ber sûcên hatiye kirin tu zirara aborî çênebûye em biryarek wiha didin."

Parêzera malbata Kazanhan Fîlîz Olmez bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Zarokê 12 salî yê li0 ber mala xwe dilîze kesekê tehrîk nake. Hem biryara hatiye dayîn hem jî hinceta hatiye nîşandan nayê qebûlkirin. Em ê derbarê biryarê de îtîraz bikin."