Ji Gutan Kişanak re 230 sala ceza tê xwestin

14:28

AMED - Der barê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak de bi daxwaza 230 sal cezayê girtîgehê îdianame hat amadekirin.

Serdozgerê Komarê ya Amedê der barê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak ya ku di 30 cotmehê de hat girtin û ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji kar hat durxisitn bi îdiaya "Rêxistin damezrandiye û rêvebiriye, civînên li dijî qanûnê li dar xistin , propagandaya rêxistinê kiriye" dianameyeke ku ji 21 rûpelî pêk tê amade kir û ji bo gultan 230 sala cezayê girtîgehê xwest.

Her wiha di îdianameya ku ji bo Gulten hat amadekirin de parvekrina fotyê Dayika Endamê Konseyar Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan, Gulîzar Kaytan a piştî ku jiyana xwe ji dest da, tevlibûna wê ya ji bo pîrozbahiyên 8'ê Adarê ya ji bo Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û tevli bûna wê ya ji bo merasîma cenazeyên şehîdan jî wekî sûc di îdianemeyê de cihê xwe gitin.