Ber bi Mînareya Çarling ve qurnefîl hatin avêtin

14:31

AMED - Ji bo Serokê Baroya Amedê yê ku hat kuştin Tahîr Elçî hat xwestin ku li ber cihê lê hat kuştin; li ber Mînareya Çarling daxuyanî bê dayîn lê bi hinceta ku cihê lê hatiye kuştin "di herêma qedexe de ye" destûr nehat dayîn. Serokê Baroyê yê Amdedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku ew ê heta dawiyê li mîrasa Tahîr Elçî xwedî derkevin.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku sala borî di 28'ê Mijdara 2015'an de piştî daxuyaniya Çapemeniyê li Sûra Amedê li ber Mînareya Çarling hat kuştin di yekemîn salvegera kuştina xwe de ji aliyê rêvebir û endamên Baroya Amedê ve hat bîranîn. Lê ji bo bîranîn li cihê Tahîr elçî lê hat kuştin destûr nehat dayîn ku Tahîr bê bîranîn.
Beriya bîranînê ji aliyê polîsan ve cihê Tahîr Elçî lê hat kuştin hat dorpêçkirin û bi hinceta ku cihê lê hatiye kuştin dikeve "herêma qedexe" destûr nehat dayîn ku li wê merasîma bîranînê bê kirin.

Gelek kes tevli mersaîma bîranînê bûn

Di merasîma bîranînê de hevjîna Tahîr Elçî, Parlamenterên CHP û HDP, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, rayedarên saziyên civakî û gelek kes ji ber ku amade bûn di kolanî ê hilnedihatin.
Anmaya, Türkan Elçi, CHP ve HDP milletvekilleri, Diyarbakır Baro Başkanı Ahmet Özmen, sivil toplum ve siyasi parti temsilcilerinin yanı sıra çok sayıda avukat cüppeleriyle katıldı. Yoğun katılım nedeniyle sokak dolup, taştı. Her wiha di bîranînê de parnkarta ku li ser nivîsa " Em te ji bîr nakin" nivîsandî hat vekirin û dirûşmên "Tahîr Elçî bêmirin e" hatin berzkirin.

'Tahîr dengê kesên wenda bû'

Di merasîmê de serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û wiha got: " Tahîr dengê kesê winda û dengê aştiyê bû. Em ê heta dawiyê li mîrasa Tahîr Elçî xwedî derkevin."
Qurnefîl ber bi cihê Tahîr lê ket ve hatin avêtin

Piştî axaftinê Turkan Elçî û yên pê re li ser cihê bûyerê yê ku polîsan bariyerên xwe lê danîbûn qurnefîl danîn. Her wiha hin parêzeran jî qurnefîlên xwe ber bi Mînareya Çarling ve avêtin ji bo Tahîr Elçî.