Îtîraza ji bo Sebahat hat redkirin

16:07


AMED - Ji bo Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel ya ku li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Tîpa F girtiye ji aliyê Komîsyona Hiqûqêve daxwaznameya îtîrazê hat dayîn.

Ji bo Heseoka DBP'ê Sebahat Tuncel ya ku ev 21 roj e di girtîgeha Tîpa F a Sîlîvriyê di hucereya yekesî de tê girtin, ji aliyê Komîsyona Hiqûqê ve di 15 mijdarê de daxwaznameya îtîrazê hatibû dayîn. Daxwaznameya ji bo Sebahat hat dayîn ji aliyê Dozgeriya 3'emîn a Sulhê ve hat redkirin. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê DBP'ê ve hat dayîn hat diyarkirin ku divê Sebahat demildest bê berdan û biryara derbarê îtîrazê de hat şermezarkirin.