Ji Prlamentera HDP'ê Tugba Hezer re cezayê 'giran ê heta hetayê' tê xwestin

13:57

JINHA

WAN - Der barê Parlamentera Wanê Tugba Hezer Ozturk de ji ber ku tevli cenaze bû bi daxwaza cezayê heta bi hetayê û het 48 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

Derbarê Parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) a Wanê de bi sûcdariya "Emda rêxistinê" û " Ji ber ku yekitiya dewletê û hevgirtina wê xirakiriyê" bi daxwaza cezayê heta bi hetayê û 48'sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
Her wiha Dozgeriya Komarê ya Wanê berî bi demekê jî piştî ku destnedana Tugba hatibû rakirin der barê wê biryara binçavkirinê dabû.