Hiqûqnasên jin: Der barê tecavuzê de em ê destûrê nedin bêcezatiyê
14:01
JINHA
AMED - Komîsyonên Jinan ên bi navê OHD û MHD der barê pêşniyara qanûnê ya  ku sûcdaran diparêze de daxuyanî dan û wiha gotin: "Em radigihînîn ku em ê li dijî teklîfa bêcezatiyê ya dewletê ku  der barê sûcdarên  tecawizî zarokan dikin û yên ku zarokên keç dizewicîn de  li hemû eywanên dadgehan  li ber xwe bidin."
Bertekên jinan yên li dijî  pêşniyara qanûnê ya  ku ji aliyê AKP'ê ve pêşkêşî mecisê hat kirin û ku bi vê qanûnê tê xwestin  zarokên keç yên tecawizî wan têkirin bi tecawizkarên xwe re bên zewicandin  divê tecawizkar ceza negire berdewam dikn.   Komisyonên Jinan yên bi navê OHD û MHD'ê jî bi daxuyaniya hevpar ya ku dan wiha gotin: " Îktîdara siyasî ya ku  tehakuma baviksalar li ser bedena jinan ferz dike, niha jî bi sererastkirina bêcezazahiştina êrîşkarên zayendî yên ku li dijî zarokan êrîşa zayendî pêk tînin li hemberî me ye.  Pejrandina me ya vê qanûna ku ku dê tecawizkar û sûcdarên li dijî zarokan êrîşa zayendî pêk tînin ne mumkun e.  Bi vê qanûna kut ê pêşniyarkirin tê xwestin ku zarokên keç  din ava dîwarên ku bi navê malbata pîroz li ser wan tê ferzkirin bên hepişkirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku  dewleta mêr ya duru ji aliyekî ve bi cezakirina kesên êrîşa zayendî dikin pesnê xwe dide li alyê din jî  dixwaze ku zarokn keç yên  di bin 15 salî re ku bi tecawizê re rû bi rû dimînin bi tecawizkarên xwe re bên zewicandin û daxuyanî wiha hat berdewamkirin:  " Êrîşên zayendî yên ku li dijî zaroan tên kirin herî dawî bi Doza Weqfa Ensar re hat pêşberî me, vê pêşnûmeqanûnê re tê xwestin ku bêcezatî sîtematîk bê kirin. Em daxwaz dikin ku ev pêşnûme qanûn demildest paşve bê kişandin. "

