Ceren Şîmşek: Wê bi pêşnûmeyê îstîsmara zayendê bê sazîkirin

10:00

JINHA

ENQERE-Parêzer Ceren Şîmşek diyar kir ku AKP, bi pêşnûme qanûna wê zaroka rastî tecawizê bê bi tecawizkarê wê re bê zewicandin, sûcdar bê ceza dihêle e û ev jî îstîsmara zayendê dike sazî. Cerenê da zanîn ku tecawiz sûce û peywira dewletê jî ne parastina tecawizkar, pêşî girtina li tecawizê ye.

Bertekên li dijî pêşnûme qanûna AKP’ê ya ku zarokên ji 18 salî biçûktir bi tecawizkarê wan re wê bidin zewicandin, zêde dibin. Pêşnûme duh di meclîsê de bi dengên AKP’ê ji dengdana yekemîn derbas bû û pêşnûme sûcdar bê ceza dihêle û sûcdar dizewice û nakeve girtîgehê. Ji ber sedema pêşniyara parlamenterên CHP’ê ya dengdana vekirî dengdan ma ji roja sêşemiyê re. Parêzer Ceren Şîmşekê diyar kir ku li dijî îstîsmara zayendê piştî biryara AYM’ê di rewşa ku sûcdar û mexdur bê zewicandin de rêya bêcezabûnê vedibe û wiha got: “li gor rêgeza fêdeya bilind a zarok ne bi kujer re empatî divê bi mexdurê re empatî bê avkairin. Bi vê pêşnûmeyê rew wê cesaret ji bo îstîsmarê bê dayîn û bê sazîkirin.

‘Tecawiz sûce’

Cerenê diyar kir ku bi pêşnûmeya ku tê xwesetin bînin, sûcên zayendî yên li dijî zarokên ji 15 salî biçûktirin û di temenê mexdur de sînorekî binî tine. Cerenê diyar kir ku pêşnûme ne mijareke nîqaşkirinê ya li gorî hiqûqê ye an na, tecawiz sûce, peywira dewletê ne parastina tecawizkare, astengkirine.