Li jinên tevli daxuyaniyê bun 40 meh cezayê girtîgehê birîn

15:33

JINHA

ADANA - Li 4 jinên li Edeneyê tevli daxuyaniyê bûn 40 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Li Edeneyê di 13'ê Sibata 2016'an de ji aliyê Koordînasyona KJA'yê ve li Parka Înoniyê der barê salvegera anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkieyê de daxuyanî hatibû dayîn. Piştre 4 jinên ku tevli daxuyaniyê bûn hatin binçavkirin û der barê wan de doz hat vekirin. Daneşîna biryarê ya ku li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin de Halîme Kuş, Hamîde Temel, Mercan Temel û Dîlber Temel tevli danejînê nebûn tenê parêzerê wan tevli bû.

Dadgehê der barê 4 jinên ku doza wan hat dîtin de ji bo her jinekê bi îdiaya 'endama rêxistinê ye 10 meh cezê girtîgehê birî. Parêzer Beyhan Guneylî bertek nîşanî biryarê da û wiha got: " Daxuyaniya ji bo çapemeniyê mafekî demokratîk e û divê ku dadgehê biryara beratê bidana."

(fz/fk/mk)