Dê Feleknas û Ceylan Bagriyanik der barê polîsan de serlêdana suc bikin

12:56

JINHA

AMED - Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca û Endama Koordînasyona KJA'yê û Endama Heyeta Îmraliyê derbarê polîsên ku ew li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derb kirin de dê serlêdana sûc bikin.

Piştî ku bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hat girtin û hevşaredar Gultan Kişanak û Frat Anli hatin binçavkirin welatiyan li ber deriyê şaredariyê dest bi çalakiyan kirin. Di dema çalakiyê de polîsan êrîşî çalakgeran kir û parlamentera HDP'ê Feleknas Uca û Endama KJA'yê û Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik derb kirin. Ceylan û Feleknas ên ku rapora derbkirinê girtin diyar kirin ku dê derbarê polîsên êrîşkar de serlêdana sûc bikin.

'Bi zanebûn êrîş kirin'
Feleknas destnîşan kir ku polîsan bi zanebûn ew hedef girtine û wiha got: " Em hedef girtin û xwestin ku bi êrîşa li ser me re provokasyonê pêk bînin. Dema ku êrîşî me hat kirin berpirsiyarê polîsan jî lî wêderê bû. Piştî wê TOMA hatin xebitandin. Em li pêşiya Tomayan sekinîn û me destûr neda ku êrîş bikin. Ji ber vê jî polîsên berpirsiyar hatin pêşiya me girtin û êrîşî me kirin."

'Dê jin bi rengê xwe vê navenda şîdetê biguherin'

Feleknas diyar kir ku dagirker ji têkoşîna jinan ditirsin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li vêderê di pêşengiya jinan de berxwedan hat destpêkirin û bersiveke baş ji bo dewletê hat dayîn. Bi têkoşîna jinê re ne tenê jin dê hemû kes azad bibe. Ji ber vê jî ji têkoşîna jinan ditirsin. Dê rengê jinê vê navenda jinê biguhere û em ê her dem li vêderê bin."

(gc/mk)