'Li Kurdistanê astengkirina înternetê binpêkirina mafên mirovan e'

11:04

JINHA

ANKARA - Parêzer Ceren Şîmşek diyar kir ku li Kurdistanê astengkirina înternetê ya ji aliyê Komara Tirkiyeya ku îmze avêtiye binê peymana 'bikaranîna înternetê mafekî bingehîn ê mirovan e' tê wateya binpêkirina mafên mirovan û wiha berdewam kir: "Astengkirina înternetê ji bo ku binpêkirinên amfan ên li kurdistanê tên kirin neyên ragihandin tê kirin . "

Piştî ku dewletê bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de girt û hevşaredarên wê binçav kirin, li bajarên Kurdistanê înternet hat astengkirin. Parêzer Ceren Şîmşek ya ku li ser astengkirina înternetê ya li Kurdistanê ku 3 rojan berdewam kir axivî diyar kir ku astengkirina înternetê binpêkirina mafanên mirovan e.

Bi karanîna înternetê mafê her kesî ye

Ceren diyar kir ku bikaranîna înternetê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di 4 hezîrana 2011'na de wekî mafekî bingehîn ê mirovan hatiye qebûlkirin û Tirkiyeyê jî ev biryar wekî alî qebûl kiriye û ewiha destnîşan kir: "Tirkiye ji ber ku îmze avêtiye binê peymana ku dibêje ' bikaranîna înternetê mafê hemû mirovan e' bi astengkirina înternetê ya li Kurdistanê re mafên mirovan binpê kiriye."

'Astengkirin ji bo ku rastî neyên ragihandin e'

Ceren diyar kir ku bi taybetî astengkirina înternetê ya li kurdistanê ji ber geşedanên li Kurdistnê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Dewlet naxwaze tiştê ku li Kurdistnê tê jiyîn ne ji rojavayê tirkiyeyê re ne jî ji ewropayê re bê ragihandin. Ji ber ku li herêmê mafên mirvan tên binpêkirin înterneta li Kurdistanê 3 rojan hat astengkirin û dewletê bi vê helwesta xwe mafê gel ê ragihandinê jî binpê kiriye."

(sy/mk)