Xizmên Şerîfe Ergun yên ku wêneyê wê hilgirtin 4 roj in di bin çavan de ne
13:55
JINHA 
AMED -  Xizmên Gerîlaya YJA Starê  Şerîfe Ergun ya ku li bejahiya Sêrtê jiyana xwe ji dest da,  xizmên wê yên ku di merasîma cenazeyê wê de wêneyên wê hilgirtin yek  jê zarok 3 kes ev 4 roj in ku dibin çavan de tên girtin.
Gerîlaya YJA Starê  Şerîfe  Ergun (Rûken Amed)  ya  li Sêrtê  di 17 cotmehê de  li bejahiya Sêrtê jiyana xwe ji dest da   di  22'yê mehê de li Amedê li goristana Yenîkoyê hat definkirin.  Xizmên wê yên ku di merasîma cenazeyê Şerîfe de wêneyê wê yê  bi cil û bergên gerîla  di merasîma cenazeyê wê de hilgirtin yek jê zarok 3 xizmên wê yên bi navê  Merve Ergun(17), Suleyman û Recep Ergun ji aliyê polîsan ve  bi îşkenceyê  hatin binçavkirin.  
Li gorî agahiyên ku parêzeran hatin girtin hat aşkerakirin ku ji bo van kesên ku yek jê zarok e 5 rojên din dema dirêjkirina binçavkirinê tê xwestin.
(mm/fk/mk)

