Girtiya nexweş Sibel Çapraz cardin bernedan

13:18

JINHA

COLEMÊRG - 2'emîn rûniştina doza Endama Meclisa Giştî ya Colemêrgê Sibel Çapraz hat dîtin, rûniştin taloqî 29'ê Mijdarê kir.

2'emîn rûniştina doza Endama Meclisa Giştî ya Colemêrgê Sîbel Çapraz a li navçeya Geverê ya Colemêrgê, di gulebarana maşîneyê zirxî de birîndar bûbû û piştre hatibû girtin, li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Sîbel a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ye û bi îdîaya "endama rêxistinê ye" û "gel tehrîkê dijmintiyê dike" bi pergala SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bû. Ligel parêzerên Sibelê xizmên wê jî beşdarî rûniştinê bûn.

Sibel despêkê axivî û got ku her kes dizane ew bi kijan karî re mijûl dibe û ji ber vê yekê jî sûcên diavêjin ser wê qebûl nekir. Şahidê bi navê A.B. ê derbarê Sibel de îfade dabû jî bi pergala SEBÎS'ê beşdarî rûniştînê bû û diyar kir ku polîsan bi darê zorê îfadeya wî girtine. A.B. destnîşan kir ku polîsan li taxa Cumhuriyetê piştî ew avêtine çalekê xwelî di ser wî de kirine û bi vî rengî îfade ji wî girtine.

Parêzerên di rûniştinê de axivîn jî bal kişandin ser tenduristiya Sibelê û tehliye xwestin.

Şandeya dadgehê piştî navberê biryar da û li ser daxwazkirina rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) Sibel tehliye nekir û rûniştin taloqî 29'ê Mijdara 2016'an kir.

(kom/zt)