Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:25
JINHA
STENBOL -   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan,  Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Mazlum Dînç  ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin  li Dozgeriya Komarê ya Bursyê serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan,   Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Mazlum Dînç dîsa   ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin  li Dozgeriya Komarê ya Bursyê serlêdan kirin.  Ji bo serlêdana ku hat kirin tê payîn ku heta êvarê bersivek bê dayîn. 
Her wiha ji bo hevdîtina  bi Abdullah Ocalan re  serlêdanên parêzeran ên ji 27'ê  tîrmehê şûnde bi hincetên cuda cuda hatin redkirin û piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê jî bi hinceta ku OHAL heye  49 serlêndanên parêzeran hatin redkriin.
(mg/mk)

