Jinên li enqeryê hatin binçavkirin derxistin dozgeriyê
15:08
JINHA
ENQERE-  Ji 16 kesên  ku li Enqereyê di 20'ê cotmehê de hatin binçavkirin 6 jin  derxistin dozgeriyê.
Ji 16 kesên ku li Enqereyê hatin binçavkirin  6 jin piştî karê wan ê li eminyetê qedeiya derxistin dozgeriyê.  Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, ji bo 16 kesên hatin binçavkirin  2 dosyayên cuda hatine amadekirin.  Di dosyaya  1'emîn  ku hat amadekirin de ji kesên ku navê wan di dosyayê de cih girt, Endama MYK'a  HDP'ê  Atiye Eren, Nûnera TUHAD- FED'a  Enqereyê Hava Ozcan, Hevseroka DBP'ê  ya Yenîmahaleya Enqerê, Kadriye Ozan,  Endama Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Sevgî Kîşîn û  Endama  BES'ê  Denîz Akîl derxistin dozgeriyê. 
Ji bo kesên ku sewkî dozgeriyê hatin kirin destek bikin  gelek kes li Edliyeya Enqwereyê hatin gel hev.
(ekip/sy/mk)

