Li girtiyên siyasî di bin navê 'ewlehiyê de' îşkence!

09:01

Rojda Oguz/JINHA

STENBOL-Li Tirkiyeyê li girtîgehên Kurdistanê li ser girtiyên siyasî zext her diçin zêde dibin û parêzer Gulîzer Tuncer ku çû serdana muvekîla xwe got: "Ev pêkanîn di 12'ê îlonê de jî nedihatin kirin. FETO'yê dikin hincet û di bin navê ewlehiyê de li girtiyan îşkenceyên giran tên kirin."

Bi pêkanînên OHAL û KHK'ê re li Kurdistan û Tirkiyeyê zext didomin û bêguman yên herî zêde vê dijîn jî girtÎne. Parêzer Gulîzar Tuncer binpêkirinên mafan yên li girtîgehan ji ajansa me re parve kir. Gulîzarê da zanîn ku pêkanînên di 12'ê îlonê de li girtîgehan pêk dihatin niha li girtîgehan tên jiyîn û got ji bilî dîrokan ti tiştekî biguhere tine. Gulîzarê bi lêv kir ku ev pêkanîn di 12'ê îlonê de pêk dihatin û got FETO'yê dikin hincet û di bin navê ewlehiyê de li girtiyan zextê dikin.

'Bi hinceta ewlehiyê îşkenceyê dikin'

Gulîzarê wiha got: "Ez dema diçim hevdîtinên girtiyan binpêkirinan radigihÎnin. Li Gîresunê girtiyan bibin ku bila bibin rûyê wan didin dîwaran. Yên îtîraz bikin rastî lêdana gardiyan û leşkeran tên. Yên nexweş hene. Ev bi hinceta ewlehiyê tên kirin. Odeyên ku 2-3 kes lê diman niha 5-6 kes lê dimÎnin. Berê sohbetên hevpar 5-6 saetan dihatin kirin niha kirine 40 deqeyî."

'Kesên diçin hevdîtinê rastî lêgerîna tazî tên'

Gulîzarê bi lêv kir ku li girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edenê kesên diçin hevdîtina xizmên xwe rastî lêgerîna tazî tên û got muvekîlên wê gotine gardiyanan dest danÎne ser nokteyan. Gulîzarê dsetnîşan kir k udi surgunan de binpêkirina mafan tê jiyîn û li Samsun Bafrayê 4 kes ji Boluyê jî 13 kes bêyî hincetê nîşan bidin surgun kirine û di surgunan de rastî lêgerîna tazî hatine.

Gulîzarê wiha berdewam kir: "Du rojan carê bi ser koxuşan de digirin. dest didin ser alavên girtiyan. Di van serdegirtinan de tiliya girtiyê siyasî Îsmaîl Korkmaz şikandine. Kesên din jî derb dikin. ev hemû di bin navê ewlehiyê de tên kirin.kovar û pirtûkan nadin. Li girtîgeha Kiriklarê ya Tîpa F Resul Kocaturk name şand û binpêkirinên mafan vegotin. Diyar dike ku mafên wan yên telefon, serdan, sohbet û sporê ji wan girtine. Her wiha di rojên dawî de 30 girtiyên PKK'ê hatine surgunkirin."

(mg\hu)